Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin 2024-06-03 14:53:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê wiha got: “Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin. Divê biryara peywirdarkirina qeyûm paşve bê girtin.”    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş daxuyanî da û bertek nîşan da. Têkildarî mijarê Ozel li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê daxuyanî da û got ku ew biryara tayînkirina qeyûm red dikin.    'EM LI DIJÎ FERASETA TAYÎNKIRINA QEYÛM IN’    Di parvekirina xwe de Ozel wiha got: “Di saetên serê sibehê de li dijî Şaredariya Colemêrgê operasyon hate kirin, Şaredarê Bajar hate binçavkirin û bi hinceta dozeke 10 sal berê dest pê kirî û hêj didome, qeyûm hate tayînkirin. Em vê biryarê red dikin. Tiştên qewimîn, tê wateya tunehesibandina îradeya xelkê Colemêrgê ku 2 meh berê hatibû diyarkirin. Divê biryara tayînkirina qeyûm were betalkirin. Em li cem demokrasî û îradeya gel û li dijî feraseta qeyûm in.”