Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye 2024-06-03 16:14:18   RIHA - Hiqûqnas û siyasetmedaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û weke “darbeya siyasî” nirxandin.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke got ku tu bingeheke hiqûqî ya girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê û tayînkirina qeyûm nîne. Oyke, got ku di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de têkildarî çarçoveya lêpirsînê tu agahî tune ne. Oyke, diyar kir ku derheqê dosyayê de biryara bisînorkirinê û ya bisînorkirina parêzeran heye. Oyke, wiha domand: “Xisûseke wiha heye; kirariyeke îdarî tê kirin, bi vê kirariyê hevşaredar ji peywirê tê dûrxistin lê belê hinceta wê tune ye. Jixwe ev yek li dijî rêgeza eşkeretiya kirariya îdarî ye ku rêgeza sereke ya hiqûqa îdarî ye. Lewma mecbûr in sedem û hinceta vê kirariyê eşkere bikin.”    Îbrahîm Halîl Oyke   'ISRARA DI DOMANDINA POLÎTÎKAYÊN ŞER DE’    Oyke, di berdewamê de got ku îktîdar li bajarên kurdan polîtîkaya qeyûman didomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku lêpirsînek hatiye destpêkirin û ev nayê wateya dûrxistina ji peywirê. Xisûseke wiha heye; dibe ku lêpirsîn veneguhere teqîbatê. Heke veguhere teqîbatê jî dikare biryara beraetê were dayîn an jî biryara girtinê neyê dayîn. Lewma heke li holê biryareke girtinê tune be, biryara nepeniyê ya ji bo dosyayeke wiha xerabeteke hiqûqê ye. Li hêla din îktîdar asiyasî rêzê ji bo îradeya gelê kurd nagire. Nahêle gelê kurd bi îradeya xwe ya azad xwe birêve bibe. Dixwaze tehekûma xwe bidomîne. Ev ne tenê dikare bi xespkirina îradeyê were pênasekirin. Li hêla din îktîdara siyasî ji bo polîtîkayên şer bidomîne, dîsa serî li vê rêbazê da.”    'QEYÛM ÊRIŞA LI DIJÎ ÎRADEYA JINÊ YE’   Ayşe Surucu   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Ayşe Surucu jî diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê bi israr vîna gelê kurd nas nake. Surucu, wiha domand: “Bi taybet jî piştî tayînkirina qeyûman êrişî destkeftiyên jinan kirin. Bi taybet jî pergala hevserokatiyê hedef digirin. Ev bi awayekî eşkere tê wateya ‘ez îradeya jinan nas nakim.’ Her cara diçin şaredariyên DEM Partiyê ji hêla jinan ve tên pêşwazîkirin. Tehemûla vê nakin. Ji ber ku dizanin dê bi hebûna jinan hebûna gelê kurd jî pêş bikeve, tehemûla vê nakin.”    'DARBEYEKE SIYASÎ YE’   Bekir Benek   Rêveberê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Benek jî anî ziman ku piştî xelkê Curnê Rêş îradeya xwe nîşan dayî qeyûm hatiye tayînkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Duh li Curnê Reş hilbijartin hate dubarekirin. Xelkê Curnê Reş rê neda xespkirina vîna xwe û bi sekna xwe ev yek nîşan da. Tam em jî wiha nêz dibûn ku îcar di saetên serê sibehê de bi awayekî derhiqûqî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Ev tê wateya tunehesibandina îradeya gel û darbeyeke siyasî ye. Weke xelkê Rihayê em li gel îradeya xelkê Colemêrgê ne. Ji bo îradeya xelkê me dîsa were îadekirin, em ê tişta ji dest tê bikin û li ber xwe bidin.”