Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê 2024-06-03 16:57:27   RIHA - Hevşaredarên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl ên piştî hilbijatinên dubare bûne careke din bi ser ketine sipasiya esnafan kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gorî agahiyên nefermî Şaredariya Curnê Reş bi ferqekî mezin bi dest xistin. Hevşaredarên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 10 hezar û 720 dengan bi ser ketin. Namzetê AKP’ê jî 7 hezar û 476 deng girtin. Hevşaredarên bi ser ketine û gelek kes serdana sipasiyê li esnafan kirin. Di serdanê de Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan axivî û wiha got: “Curnê Reş êdî ya ji Curnê Reşiyan e. Me bi piştgiriya we ya mezin feraseta xespkar têk bir. Em ê li dijî feraseta qeyûm têkoşînê bidomînin. Em ê feraseta qeyûm mehkûm bikin. Her çi daxwaza we hebe hûn dikarin rasterast ji hevşaredarên me re bêjin. Hûn ê çareseriyê jî bi hev re pêk bînin.”    SOZA JI HER KESÎ RE XIZMETA WEKHEV   Balkêş bû ku hinek welatiyan destnîşan kirin ku ew nekarîne bikevin avahiyê şaredariyê û gotin ku dema hevşaredaran mazbatayên xwe girtin ew ê serdana şaredariyê bikin. Hinek welatî anîn ziman ku piştî 45 salan şaredarî carekî din bû ya gel û diyar kirin ku ew ji vê rewşê şanaz in. Hevserok jî soza xizmeta wekhev dan hemû welatiyan û dan zanîn ku deriyê şaredariyê ji bilî kesên ku navê wan di rant û nelirêtiyê derbas bûne, ji her kesî re vekirî ye.