Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş 2024-06-03 20:04:44   COLEMÊRG – Li Colemêrgê li dijî xespkirina înê meş hat lidarxistin. Di meşê de ji bo çalakiya ku wê êvarî bê kirin de bang hat kirin.    Li Colemêrgê tayinkirina qeyûm ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve tayinî şuna Hevşaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş hat kirin, bi girseyî hat protestokirin. Parlementer, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivl jî di nav de bi sedan kes li nava bajêr ewilî ji du milan ve serdana dikandarn kirin. Ev serdan paşê veguherî meşê.   Her du milên meşê ku serdana dikandaran temam kirin, li navenda çarşiyê bûn yek û bi dirûşmeyên "Zext nikarin me bitepisînin", "Siddik Akiş vîna me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûmê diz" û "Em qeyûm naxwazin" meşiyan.    Di meşê de parlementerên herêmê ji bo çalakiya ku wê saet di 19.00'an de bikin banga tevlîbûnê kirin. Tê payin ku wê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn bayindir û bi dehan parlementer jî tevlî meşê bibin.