Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e 2024-06-03 23:08:32   COLEMÊRG – Li Colemêrgê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DBP'ê û bi sedan kesî meş hat lidarxistin. Di meşê de ji bo daxuyaniya ku wê sibê bê dayîn bang li gel hat kirin.    Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên herêmê û bi sedan kes tevî deropêça polîsan jî li dijî tayinkirina qeyûm meşiyan.   Di dema meşê de Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê ê Ji Rêveberiyên Xwecihî BErpirsiyar Ruştu Tiryakî bang li gel kir û got: "Em li dijî xespkirina vîna gelê Colemêrgê li vir in. Em ê xwedî li vîna gelê xwe derkevin. Em ê xespkirina vîna xwe û rejma qeyûmtiyê qebûl nekin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku sibê xwedî li vîna xwe derkevin."