Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin: Malbatek hate derbkirin 2024-06-04 08:31:39   MÊRDÎN - Di danê sibehê de li Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di serdegirtinan de jineke ducanî jî di nav de endamên malbata Kalkan hatin derbkirin.    Di danê sibehê de polîsan li navçeyên Artuklu û Qoserê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Serhat Akpinar û Baver Akpinar ku bira ne û Ramazan Kalkan, Çekdar Ermîş, Rûbar Kaya û gelek ciwanên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Ciwan, ji pişt ve hatin kelemçekirin û dîmenên wan hatin kişandin. Hat zanîn ku di dema serdegirtina mala Kalkan de endamên malbatê hatin derbkirin.    JINA DUCANÎ HATE DERBKIRIN   Di serdegirtina mala Ramazan Kalkan a li Taxa Saraçoglû ya li Artukluyê de Kalkan hate binçavkirin. Her wiha bavê Kalkan, Davut Kalkan, birayê wî Agît Kalkan û Emîne Kalkan hatin derbkirin. Ji ber derbkirinê hinek deverên endamên malbatê şikestin, laşê wan reş û şîn bûn. Ji ber derba li endamên malbatê hatibû kirin, xwîn vepeşiyabû ser xalîçeyan û hat zanîn ku Emîne Kalkan ducanî ye. Endamên malbatê çûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û ji bo serlêdana sûc rapora derbkirinê standin.    DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN     Davut Kalkan têkildarî tiştên qewimîn axivî û ev agahî da: “Ez û zarokên min bi darê zorê li erdê dirêj kirin, polîsan dema ez li erdê qirika min şidandin. Em vê miameleyê qebûl nakin. Heke biryara lêgerînê hebe, wê demê bila lêgerîna xwe bikin. Lê ez qebûl nakim ku mîna hovan tevdigerin. Ez qebûl nakim ku me li erdê dirêj bikin. Ez vî mafî nadim wan. Bi darê zorê em dirêjî erdê kirin û pozê kurê min şikandin. Li gel ku min jê re got qirika min diêşe jî dîsa şidandin. Heke dixwazin bikujin bila bikujin. Lê bi vî awayî serdegirtina malê ez qebûl nakim. Ez serê xwe nadim tewandin. Ez ê li dijî van serlêdana sûc bikim.”