Parêzer Avçîl: Divê baro li dijî tecrîdê serlêdanê bikin 2024-06-04 09:06:23   STENBOL - Ji rêveberên OHD'ê Nagehan Avçîlê diyar kir ku ji baroyan xwestine ku der barê tecrîda Îmraliyê de serî li Wezareta Dadê bidin û got: "Wê tecrîd tim di rojeva me de be."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve tu agahî nayê girtin.    Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di 22'yê çileya 2023'yan de hezar û 300 parêzeran serî li Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû dayîn. Serlêdan bu tu awayî nehatiye bersivandin, lê OHD'ê bang li gelek baroyên bajaran kir ku ji bo rakirina tecrîdê serî li Wezareta Dadê bidin.   Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD'ê Nagehan Avçil têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'CEZAYÊ DISIPLÎNÊ JI BO HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE NE ASTENG E'   Avçilê anî ziman ku ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran ên di sala 2019'an de 13 sal in tu hevdîtinên parêzeran çênebûne û got ku ev yek "îşkence" ye. Avçîlê destnîşan kir ku "cezayê dîsîplînê" jı bo hevditına bı parözeran re ne asteng e û got: "Ev ne pêkanîneke hiqûqî ye."    'GAVA ÎTIRAZ ÇÊNEBE TECRÎD BELAV DIBE'   Avçîlê destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê pêkanînek e bêmîsal e û got ku tecrîd ji Îmraliyê li hemû qadan belav bûye. Avçîlê got: "Dema hûn li dijî polîtîka û bêhiqûqiya desthilatê îtiraz nekin, ev yek didome. Îşkence û tecrîda li Îmraliyê jî bi heman rengî ye. Heya hûn li dijî tecrîd û îşkenceya li wir îtiraz nekin, ev tecrîd her diçe berfireh dibe."   'DIVÊ CPT WEZÎFEYA XWE BIKE'   Avçîlê bi bîr xist ku CPT di serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê de neçûye Îmraliyê û got: "CPT'yê li gelek girtîgehan der barê îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafan de hevdîtin pêk anîn. Lê belê neçû Girtîgeha Îmraliyê ku îşkenceya herî giran lê têkirin. Tu aliyeke vê ya ku bê ravekirin tune ye. Ev li dijî armanc û wezîfeyên CPT'Yê ye. Gava CPT bê Tirkiyeyê divê ewilî serdana Îmraliyê bike. Helbet divê raporên xwe yên der barê vê de jî eşkere bike. Ji lew re raya giştî li hêviya rapora CPT'yê ye."   JI BO TECRÎDÊ SERÎ LI BAROYAN DAN   Avçîlê destnîşan kir ku wê serlêdanên wan ên ji bo rakirina tecrîd bidomin û got ku divê hemû hiqûqnas li dijî tecrîdê tevbigerin û piştgiriyê bidin wan. Avçîlê got: "Wê tecrîd di rojeva me de be. Dê xebatên me yên ji bo rakirina wê bidomin."    MA / Omer Îbrahîmoglû