Di nameya xwe de vegot ku çima di çalakiya ‘azadiyê’ de ye 2024-06-04 10:17:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya bi navê Sariye Taşkesen diyar kir ku mafên destûra bingehîn li dîwarên Îmraliyê dikevin û dirijin behrê û wiha got: “Armanca me ew e ku di têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de bibin dilopek. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê nebin şirîkên vê yekê.”   Çalakiya girtiyan a di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dane destpêkirin didome. Girtî dadgehan boykot dikin, dernakevin hevdîtina bi malbatên xwe re û bi telefonan naaxivin. Yek ji girtiya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê de di çalakiyê de ye Sariye Taşkesen di nameya ku şandî de çalakiya xwe nirxand.    ‘DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’    Taşkesen, diyar kir ku di asta destûra bingehîn de mafên hiqûqî yên bingehîn yên her girtî hene û wiha got: “Lê ev mafên ku destûra bingehîn diyar dikin li dîwarên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dikevin û dirijin behre. Ji aliyê dewleta tirk ve pergaleke ku mafên bingehîn tên binpêkirin tê birêvebirin û li ser Rêbertiya me tecrîdeke mûtleq tê pêkanîn. Lê belê Rêbertiya me Rêberê gelekî ye, kesayeteke çalak e ku şopa xwe li cîhanê hiştiye. Ji ber kesayeteke ku bandor li siyaseta cîhanê kiriye ye divê fikrên xwe bi awayekî bibandortir û rehettir bi cîhana derve re parve bike. Ji ber vê yekê jî pêwîst e bi parêzerên xwe, şandeyan, parlamenteran û sazî û dezgehan re hevdîtinê bike. Ji ber ku Rêbertiya me ji kesekî wêdetir bi gelê xwe re bûye yek û hêzeke saziyî ya gelê xwe temsîl dike ye. Ji ber vê yekê hevdîtina bi malbatê re kêm e û di plana duyemîn de ye ku ev jî nayê pêkanîn.”   ROLA CPT’YÊ   Taşkesen, bi lêv kir ku ji ber mafên li Îmraliyê nayên pêkanîn bi dirûşma “Em di şertên Rêbertiyê de dijîn” dest bi çalakiyê kirin û di nameya xwe de ev tişt gotin: “Rêbertiya me 25 sal in di bin şertên giran de û hevdîtinên pê re hatine qûtkirin û ji sala 2011’an ve hevdîtin hatine astengkirin. Di 13 salan de bi çalakiyên ku girtiyan bi dirûşma ‘Bê Rêbertî jiyan nabe’ dane destpêkirin çend hevdîtin pêk hatine. Û hevdîtina dawî jî beriya 4 sal û 8 mehan hatiye kirin. Ji sala 2019’an ve tu agahî nayên wergirtin. Hevdîtinên saziyên navnetewî pêk bên jî ev hevdîtin bi gel re nayên parvekirin. Mînak CPT’yê ji bo berjewendiyan berpirsyartiya xwe pêk neanî ye, qebûl kiriye ku li Îmraliyê tecrîd û îşkence heye û ev yek bi rayagiştî re parve nekiriye. Ev mînakeke tê zanîne. Ji ber vê yekê ji bo ku em zêdetir Rêbertiya xwe hîs bikin dixwazin ku di heman şert û mercan de bijîn.”   ‘OCALAN BÛ WESÎLEYA JINÛVE HIŞYARBÛNA GEL’    Taşkesen, bal kişand ser şer û pevçûnên li erdnîgariya Kurdistanê û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Abdullah Ocalan afirandiye bûye wesîleya jinûve hişyarbûne û xwenasîna gelê kurd. Taşkesen, diyar kir ku bi komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an û polîtîkayên tecrîdê yên 25 sal in didome fikir û ramanên Ocalan tên qedexekirin û hevdîtina wî ya bi gelan re tê astengkirin.   ‘ARMANCA ME AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBERTIYA ME YE’    Taşkesen, destnîşan kir ku dê qêrîna xwe ya ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye bidomînin û ev tişt gotin: “Ji ber ku tecrîd navê îşkenceya fizîkî û psîkolojîk a bi konsepta şerê taybet e. Bi tecrîdê tê armanckirin ku bandorê li tenduristiya wî ya psîkolojîk bê kirin û ‘têxin bin kontrola xwe’. Lê tu hêzê nekariye pêşiyê li fikir û felsefeya Rêbertiya me bigire û xwe bigihîne gelan. Îro li 74 welatan ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me kampanya tên lidarxistin û pirtûk tên xwendin. Di nava 100 fîlozofên herî bi bandor ên sedsala 21’emîn de cih digire û fikrên wî li Zanîngeha Berlînê tên xwendin. Ew wekî ramanvanekî rêzdar tê qebûlkirin. Armanca me jî ew e ku di têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberekî rêzdar de bibin dilopek e. Em îro bi Rêbertiya xwe re heman cihî parve dikin. Em bi Rêbertiya xwe re tên bahev û di çarçoveya nirxên hevpar de dijîn. Em Rêbertiya xwe re dibin yek. Ji ber vê yekê em pêkanînên siyasî û keyfî yên dewletê qebûl nakin û dixwazin şertên madî yên di navbera xwe de rakin û bêtir nêzîk bin.”   ‘EM NEBIN HEVKARÊ SÛC’    Taşkesen, diyar kir ku divê çalakiyên wan bên destekkirin û ev bang kir: “Rêberê Gelê Kurd e ku pêşerojeke azad dide we û zarokên we. Bi polîtîkaya tecrîdê ya îro tê meşandin tê xwestin ku gelê kurd ji Serokatiya xwe qût bibe were dûrxistin. Ji bo ku em azadiya xwe zêdetir winda nekin werin em tecrîdê rakin û bi Serokatiya xwe re bên bahev. Ji bo vê bi awayekî aktîf piştgiriyê bidin têkoşîna ku zarokên we dane destpêkirin û pêvajoyê bileztir bikin. Em ji bîr nekin ku ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ em nebin şirîkê vî sûcî.”