Îmzevanên Banga Aştiyê: Divê CHP û hêzên demokrasiyê helwestekî zelal raber bikin 2024-06-04 10:18:35   STENBOL - Îmzevanên Banga Aştiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û gotin ku divê di serî de CHP, hemû hêzên demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm xwedî helwestekî zelal bin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Colemêrgê bi rêjeye ji sedî 48.92 bi dest xist. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş duh li Wanê hate binçavkirin. Wezareta Karên Hundir jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Akiş ji peywirê hatiye girtin û walî Alî Çelîk weke qeyûm hatiye tayînkirin. Tayînkirina qeyûm hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê rastî bertekên tund hat. CHP jî di nav de gelek partiyên siyasî û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî di nav de gelek rêxistinên civaka sivîl jî bertek nîşan dan. Îmzevanên deklarasyona “Banga Aştiyê” jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan ku di 28’ê cotmeha 2023’yan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane hatibû ragihandin.    Ji îmzevanan Hakan Tahmaz, Kadriye Dogan û Şanyar Yurdatapan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.    TAHMAZ: BÊHIQÛQTIYÊ BI RÊYA QEYÛMAN DIDOMÎNIN   Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz anî ziman ku tayînkirina qeyûman derhiqûqtî ye û îktîdarê bi tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Colemêrgê re ev bêhiqûqtî domandiye Tahmaz, diyar kir ku tunehesibandina vîna gelê kurd tenê bi tayînkirina qeyûman bisînor nîne û wiha domand: “Li gel tayînkirina qeyûman, her wiha hilbijartinên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî weke pirsgirêka ewlehiyê nîşan dan. Dema mirov her duyan bi hev re dinirxîne, dibînin ku pirsgirêka Tirkiyeyê bi hebûna gelê kurd û mafên wan ên sereke re heye. Divê hemû derdorên li Tirkiyeyê daxwaza demokrasiyê dikin li dijî qeyûm dengê xwe derxînin. Li hemberî rejîma otorîter a piştî sala 2017’an xwe saz kiriye, divê bêyî hincet seknekî xurt were nîşandan. Heke daxwazeke ji bo xelasiya ji vê rejîmê hebe, ya herî girîng ew e ku em li dijî qeyûm derkevin. Di vê çarçoveyê de hewceye hêzên demokrasiyê divê ji bo aştiyê bêhtir biisrar bin û xwedî helwestekî zelal bin.”    DOGAN: HEBÛN Û ÎRADEYA KURDAN NAYÊ NASKIRIN    Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî tu îzaheteke hiqûqî ya tayînkirina qeyûman nîne. Dogan, destnîşan kir ku bi rêya qeyûman îradeya gelê kurd tê xespkirin û wiha pê de çû: “Anku ji kurdan re dibêjin ‘hûn nikarin tu kesên we birêve bibin hilbijêrin.’ Ev yek nayê qebûlkirin û em qebûl jî nakin. Formateke wisa ye ku bi qanûnên xwe nakin. Ji ber ku heke sûcdar be tê darizandin, biryar tê dayîn û piştre ji peywirê tê girtin. Heke tiştekî wisa nebe, wê demê çima namzetiya wî qebûl kirin? Namzetiyê qebûl dikin lê piştre ji peywirê digirin û qeyûm tayîn dikin. Heke qeyûm were tayînkirin jî meclisa şaredariyê bi xwe şaredar hildibijêre. Anku qeyûmê ji destpêkê ve ji îradeya gelê kurd aciz, ne hebûn ne jî îradeya gelê kurd nas nake.”    ‘DIVÊ CHP HELWESTEKÎ ZELAL RABER BIKE’   Di berdewamê de Dogan daxuyand ku heke li dijî tayînkirina qeyûm deng neyê derxistin dê ev derhiqûqtiye tenê bi tevgera siyasî ya kurd re bisînor nemîne û wiha derbirî: “Lewma jî berteka CHP û muxalefetê girîng e. Pêvajoya pêş dê ji bo kurdan pêvajoyeke zehmet be. Em dibin şahidê şer û xespkirina vîna gelê kurd. Ji ber ku naxwazin gelê kurd siyaseta demokratîk bikin. Dixwazin her tim di nava dorpêça tundiyê de bihêlin. Qala ‘asayîbûnê’ dikin lê xuyaye ku helwesteke wan a ji bo avakirina jiyana hevpar a demokratîk tune ye. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê mînaka vê ya herî şênber e. Heke îdiayeke cuda ya muxalefeta navendî tune be, wê demê divê xwedî helwestekî eşkere be.”    YURDATAPAN: SÛCDARÊN ESASÎ ÎKTÎDARA SIYASÎ YE   Muzîkjen û parastvanê mafên mirovan Şanar Yurdatapan jî got ku tawanbariyên li Hevşaredar Akiş tên kirin binakok in. Yurdatapan, anî ziman ku ji ber tayînkirina qeyûman, sûcdarê esasî îktîdar asiyasî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Inyeta îktîdara Erdogan nîne ku ji xwe re îbretan bigire. Her tim heman tiştan dubare dike. Di esasê xwe de îktîdar sûcê ku kurdan pê tawanbar dike bi xwe dike. Tevî vê jî kurd dev ji bikaranîna mafên xwe yên demokratîk bernadin. Dixwazin tişta li Wanê kirin dîsa dubare bikin. Carnan mirov difikire û dibêje gelo ev zewqê ji zilma li kurdan tê kirin digirin. Lê sedema esasî tirsa wan e. Bi taybet jî li Kurdistanê ewqas sûc kirine ku heke îktîdara xwe winda bikin, dê hesaba wan were pirsîn. Herî zêde ji vê ditirsin. Lewma jî girîng e, gelo dê CHP bi çend gotinan vê mijarê paşguh bike yan dê bi awayekî tund li dijî tayînkirina qeyûman bisekine? Tişta pêwîst ew e ku 2 qet zêdetirî berteka li Wanê hatiye nîşandan bê nîşandan. Di rewşekî wiha de Erdogan dê neçar bimîne ku paşvegavê biavêje.”    MA / Îbrahîm Irmak