Yekitiya Weşangerên Kurd: Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne 2024-06-04 11:42:35   AMED - Yekitiya Weşangerên Kurd a bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da wiha got: “Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne.”   Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş duh ji hêla Wezareta Karên Hundirîn ji peywirê hate girtin û şûna wî Walî Alî Çelîk wek qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.    Yekitiya Weşangerên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da û wiha got: “Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê da, li Colemêrgê, li ser navê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçeyê wekî hevşaredar hatin hilbijartin. Di 3’yê hezîrana 2024’an de bi hinceta lêpirsîneke hatiye destpêkirin birêz Mehmet Sidik Akiş hat binçavkirin û dewletê, Walîyê Culemêrgê weke qeyûm tayînî şaredarîyê kir.”   Yekitiya Weşangerên Kurd di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Em wekî Yekîtiya Weşangerên Kurd vê helwesta şaş ya ku vîna gel, hiqûq û edaletê bin pê dike qebûl nakin. Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne û divê hevşaredar birêz Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe yên ku culemêrgiyan ew hilbijartine û wan temsîl dikin vegerin ser karê xwe. Îradeya gel di ser her tiştî ra ye.”   Navên weşanxaneyên di metna daxuyaniyê de îmzeya wan heye, wiha ne: Weşanên Ar, Weşanên Aramê, Weşanên Aryen, Weşanên Avayê, Weşanên Avestayê, Weşanên Belkîyê, Weşanên Darayê, Weşanên Dengê, Weşanên Doyê, Weşanên Dozê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Weşanên J&Jyê, Weşanên Kurdistanê, Weşanên Lîsê, Weşanên Ma Muzîkê, Weşanên Morî, Weşanên Nayê, Weşanên Nûbiharê, Weşanên Pallê, Weşanên Payîzê, Weşanên Peywendê, Weşanên Ronyayê, Weşanên Roşnayê, Weşanên Rûpelê, Weşanên Sarê, Weşanên Sîdarê, Weşanên Sîtavê, Weşanên Sorê, Weşanên Tevnê, Weşanên Wardozê, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Weşanên Zîlan Akademî, Weşanên Zîzê, Weşanxaneya Azad, Weşanxaneya Lûvîyê, Weşanxaneya Ronî û Weşanxaneyê Vateyî.