Hevşaredara Colemêrgê: Roj roja rabûna li ber qeyûman e 2024-06-04 12:18:44   COLEMÊRG - Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçeyê wiha got: “Roj roja rabûna li ber qeyûman û nasnekirina feraseta wan a talankar e.”   Wezareta Karên Hundir duh Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywîrê girt û şûna wî Walî Alî Çelîk weke qeyûm tayîn kir. Bertekên li dijî vê berdewam dikin. Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, bi lêv kir ku bi biryara qeyûm, darbe li vîna gelê Colemêrgê hatiye dayîn. Tekçe, anî ziman ku ji bo tayînkirina qeyûm hincet hatine girtin û wiha got: “Hewce nake ku kes sûc bike. AKP dema dixwaze bi hincetan bi hesanî dikare qeyûm tayînî vîna gelê kurd bike. Ji xwe ji ber AKP li vir têk çû, ji bo ku qeyûm tayîn bike hincetan digeriya. Em vê xespa vînê teqez qebûl nakin.”   TEXRÎBATÊN QEYÛM VEGOTIN   Tekçe, bi lêv kir ku dema derbasî şaredariyê bûn bi texrîbateke gelekî mezin re rû bi rû man û da zanîn ku di destpêka van texrîbatan de wergirtina personelên alîgirê hikûmetê, pereyên dane qulubên sporê û deynên bankaya Îllerê hene. Tekçe, bi bîr xist ku qismekî deynan ji propagandaya hilbijartinê ya AKP’ê re hatine xerckirin û wiha domand: “Me ev deyn hemû bi awayekî belge hurgiliyên wan aşkere kirin û beriya ku qeyûm were tayînkirin me ev ji gelê xwe re aşkere kirin. Ji ber fêmkirin ku em ê dizî û talana wan derxînin holê qeyûm tayînkirin. Em hîn bûn ku di pêvajoya hilbijartinê de ji bo ku bertîlê bidin gel ji bankayê bi faîza ji sedî sed 24 milyon lîre kredî hatiye kişandin. Her wiha di pêvajoya hilbijartinê de di çarçoveya kampanyaya AKP’ê de ji budçeya şaredariyê alîkariya gazaxwezayî kirin û qoliyên alîkariyê belavkirin. Her wiha em hîn bûn ku namzetê AKP’ê 50 hezar lîre dane tîma fûtbolê ya şîrketa xwe ya madenê û 700 hezar lîre jî dane quluba fûtbolê ya polîsan.”   Tekçe, xwest ku li dijî xespa vînê ya qeyûm herkes di çalakiyên demokratîk de cih bigire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qeyûm ne tenê tayînî vîna DEM Partiyiyan hate kirin, tayînî vîna AKP’iyan jî hate kirin. Vîna hemû gelê Colemêrgê hate xespkirin. Roj roja rabûna li ber qeyûman û nasnekirina feraseta wan a talankar e. Gel di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bersiva pêwîst da û nîşan da ku qeyûman naxwazin.”