Rêxistinên civaka sivîl tayînkirina qeyûm şermezar kirin: Ji xeletiya xwe vegerin 2024-06-04 12:36:36 AMED - Rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û xwestin ku îktîdar ji xeletiya xwe vegere û rêzê ji bo îradeya gel bigire.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş berdewam in. Gelek derdorên cuda bertek nîşanî tayînkirina qeyûm didin û ji îktîdarê dixwazin ji xeletiya xwe vegere.    DFG: QEYÛM GEFEKE LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdara AKP’ê bi sepanên xwe yên dijdemokratîk re her roj bêhtir civakê dorpêç dike. DFG’ê bi domdarî wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê gavekî girîng avêt û qada bandorê ya îktîdara siyasî teng kir. Vê îktîdara ku îradeya gel nas nake, ji ewil xwest qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bike. Lê belê li hemberî îradeya gel paşvegav avêt. Îcar niha jî qeyûm li Şaredariya Colemêrgê tayîn kir. Zîhniyeta qeyûm, li dijî îradeya gel êrişeke û li pêşiya xwedîfadekirinê astengî ye.”    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tayînkirina qeyûm, darbeyeke li dijî demokrasiyê ye. Her wiha êrişeke li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê ye. Demokrasî û azadiya çapemenî-xweîfadekirinê girêdayî hev in. Hêj ji roja ewil ve kesên ji bo bertekên xwe nîşan bidin daketin kolanan bûn hedefa polîsan û polîsan êrişî rojnamegerên nûçe dişopandin hedef girtin. Mimkin nîne ku em vê rewşê qebûl bikin. Mîna têkoşîna me ya ji bo azadiya çapemenî û xweîfadekirinê, em ê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê jî têbikoşin.”    'DEV JI SEPANA TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BERDIN’    Serokê Federasyona Pêkhateyên Bêasteng Abdulmecît Yilmaz jî têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em her serê sibehê bi derhiqûqtiyeke nû re rû bi rû dimînin. Biryara têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê derhiqûqtî ye û divê tavilê ji vê biryara xwe vegerin. Pir eşkere ye ku bêrêziya li dijî vîna gel, sûdê nade tu kesî. Gelê Colemêrgê biryara xwe daye û îradeya wan rewa ye. Tekane wateya Hevaşaredar Mehmet Siddik Akiş heye ku ew jî bêrêziya li hemberî vîna gel e. Bi vê yekê re careke din nîşan dan ku asayîbûn tenê xapandineke û kurd ne di nav de ne. Qet nebe ji bo gel derewan nekin. Divê Hevşaredarê Colemêrgê tavilê were berdan û vegera ser peywira xwe. Em dixwazin dev ji vê sepana qeyûman bê berdan.”    BINPÊKIRINA VÎNA GELÊ COLEMÊRGÊ BINPÊKIRINA VÎNA GELÊ KURD E   Saziyên Ziman û Wêjeya Kurdî bi daxuyaniya bi serenavê “Binpêkirina vîna gelê Colemêrgê, binpêkirina vîna gelê kurd e” tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê şermezar kirin.    Saziyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ev êriş ji pêvajoya heyî û serkeftinên gelê kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê dûr û qut nîn e, pê ve girêdayî ye û wiha gotin: “Lê belê, em di wê bîr û baweriyê de ne ku vîn û hêza gelê kurd û hemû hêzên demokratîk ji tifaqa faşîst a ku îradeya gelan tune dihesibîne mezintir e. Her kes dizane ku gelê kurd li dijî zilm û zordariyê tu carê gavek be jî bi paş ve neavêtiye û di rewşên herî dijwar de jî xwedî li îradeya xwe derketiye.”   ‘DIVÊ DEMILDEST ÎRADEYA GELÊ KURD ESAS BÊ GIRTIN’    Saziyan di berdewama daxuyaniyên xwe de wiha got: “Em wek saziyên ziman û wêjeya kurdî careke din tînin ziman ku em vê neheqî, talan û zordariyê bi tu awayî qebûl nakin û dibêjin ku divê demildest îradeya gelê kurd esas bê girtin. Her wisa, em banga xwe li civaka kurd, raya giştî û gelên Tirkiyeyê dikin ku bi rengekî demokratîk li hemberî vê talan û zordestiyê rabin; heke na, ev yek dê pêşiya gelek neheqiyên din veke.    ‘GELÊ KURD VAN NEHEQIYAN QEBÛL NEKE’    Em wek saziyên ziman û wêjeya kurdî, bo gelê Colemêrgê piştgirî û hevgirtina xwe careke din derdibirin û diyar dikin ku ev neheqî û zordarî li tevahiya gelê kurd hatiye kirin û berdewamiya polîtîkayên qirkirin, tunehesibandin û talanê ye ku heta roja îro li ser ziman û çanda kurdan û li ser hebûna gelê kurd hatine meşandin. Herî dawîn, gaziya me li desthilatê û berpirsyarên van biryaran e ku derhal dest ji êrişên li ser îradeya gelê kurd berdin û rêzê li vîna gelê kurd bigirin. Her wiha divê bê zanîn ku gelê kurd û civaka demokratîk dê van neheqiyan bi tu awayî qebûl neke û serê xwe li ber wan netewîne.”   Saziyên ziman û wêjeyê yên kurdî ku metna çapemeniyê de îmzeya wan hene wiha ne: Enstîtuya Kurdî ya Amedê - Amed, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê - Stenbol, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê - Îzmîr, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê - Sêrt, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feradê - Semsûr, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî - Êlih, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê - Amed, Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê - Wan, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Birca Belek - Cizîr, Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê - Enqere, Komeleya Weşangerên Kurd-Amed, Kovara Destarê - Amed, Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî - Dêrika Çiyayê Mazî