Piştî 30 salan hate berdan: Silavên berxwedêrên girtîgehê hene 2024-06-04 12:49:31   TEKÎRDAG - Girtiyê nexweş ê giran Kemal Ozçelîk piştî salên girtî îro hate berdan.    Kemal Ozçelîk (65) di sala 1994’an de li navçeya Panosa Agiriyê hate binçavkirin, bi îdiaya “Yekitî û yekparbûna dewletê xirakirinê” li Dadgeha hatiye darizandin cezayê muebetê lê hate birîn. Ozçelîk piştî 30 salên girtî maye, cezayê xwe temam kir û îro ji Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind hate berdan. Tevî malbatê gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî Ozçelîk pêşwazî kirin.    BERDANA 3 GIRTIYAN HATE TALOQKIRIN   Ozçelîk li pêşiya girtîgehê axaftinekî kurt kir û ev tişt gotin: “Silavên hevalên me yên ku di girtîgehê de li ber xwe didin hene. Ez derketim derve lê belê ez nikarim bêjim ez azad im, ji ber hevalên ku min di hundir de hiştine hene. Berdana 3 hevalên bi min re derketine pêşberî lijneyê, bêyî sedem nîşan bidin hate taloqkirin. Ez ji ber vê yekê gelek xemgîn im. Divê demildest hevalên me yên girtî werin berdan.”    NEXWEŞIYÊN WÎ   Ozçelîk tevî di asta jorîn de kêmaniya dil dijî, pirsgirêkên tendurîstî yên wek hîpertansiyan, şekir, pirsgirêka kêmdîna çavan, edaba zêde, kêmaniya bêhngirtinê, ji bîr kirin, kêmxebitîna gurçikan û kevir, di laş de êşa domdar û belavbûyî, di raketin û meşê de zehmetî hene.