Ji Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê berteka li dijî qeyûm: Tunehesibandina vîna gel e 2024-06-04 12:55:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Raportorê Daîmî yê Tirkiyeyê yê PE’yê Sánchez Amor tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Taş wiha nirxand: “Ev yek êrişeke eşkere yê li dijî rêgezên demokratîk e. Her wiha topyekûn tunehesibandina îradeya gel e.”    Raportorê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor têkildarî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm a li şûna wî, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da.    Sánchez Amor, li ser hesaba xwe ya X’ê wiha got: “Û careke din dest pê kir: Hevşaredarê DEM Partiyê yê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û walî weke qeyûm li şûna wî hate tayînkirin. Ev yek êrişeke eşkereyî yê li dijî rêgezên demokratîk e. Bi awayekî topyekûn tunehesibandina îradeya gel e. Rêyeke herî bilez a îktîdarê ya ji bo tunekirina her hêviyeke ji bo jinûve zindîkirina tevlibûnê ye.”