Li Kurdistanê qeyûm li Tirkiyeyê ji peywîrê girtin 2024-06-04 14:11:03   RIHA - Ji sala 2016’an û vir ve ku tayînkirina qeyûman destpêkiriye li 144 şaredariyên ku kevneşopiya siyasî ya kurd bi dest xistin qeyûm hatin tayînkirin. Lê şûna 15 şaredarên partiyên din ên ji wezîfê hatin wergirtin, meclisa şaredariyê ji bo şaredarê nû hilbijêre hilbijartin pêk anî.    Li Tirkiyeyê nîqaşên qeyûman ên piştî Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê dest pê kirin dîsa zêde bûn. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan her tim vê niyeta xwe destnîşan dike, lê gava ewil bi tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê avêt. “Pêkanîna qeyûm” a bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dîsa hate rojevê, piştî îdiaya hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an de kete mewzûatê. Piştî hewldana darbeyê ya hate îlankirin bi rayeya Rewşa Awarte (OHAL) bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de (KHK) rêya tayînkirina qeyûman a li şaredariyan hate vekirin.    QEYÛMÊN EWIL TAYÎNÎ ŞAREDARIYÊN DBP’Î HATIN KIRIN    Dema mirov li kevneşopiya siyasî ya hevşaredarên qeyûm tayînî cihên wan hatine dinêre, balkêş e ku hemû hevşaredar ji partiyên ku girêdayî tevgera siyasî ya kurd in pêk tên. Hema bêje temamê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatiye kirin li Kurdistanê ne, balkêş e ku kêm şaredariyên li Tirkiyeyê qeyûm tayînî wan hatin kirin jî şaredariyên ku partiyên ji kevneşopiya siyasî ya kurd bi dest xistine ne. Qeyûm ewilî di 11’ê îlona 2016’an de hatin tayînkirin. Di vê serdemê de di serî de şaredariyên Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêrg û Êlihê qeyûm tayînî ji 102 şaredariyan, 95 şaredariyên ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartinên 2014’an de bi destxistibûn hatin kirin.    QEYÛM BI HDP’Ê HATIN DOMANDIN    Tayînkirinên qeyûman ên serdema duyemîn jî piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de li şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dest xistibûn hatin kirin. Piştî hilbijartinê 4 meh û 15 rojan di 19’ê tebaxa 2019’an qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Di pêvajoya pêş de ji 65 şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistibûn 48’an qeyûm hate tayînkirin.    NIHA JÎ DI HEDEFÊ DE DEM PARTÎ HEYE   Bi hilbijartinên herêmî yên di meha Adarê de hatin kirin îşareta tayînkirina qeyûman û xespkirina vînê ya li partiyên ji kevneşopiya siyasî ya kurd tên bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate dayîn. Bi îdiaya “wesfa wî ya hilbijartinê tune ye” mazbata nedan Abdûllah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê were hilbijartin. Bi protestoyên li gel vê yekê destpê kirin bi paş ve gav hate avêtin û mazbata dan Zeydan. Piştî Wanê duh jî Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin.    COTSTANDARTIYA HILBIJARTIN Û QEYÛMAN   Ji sala 2016’an ve ku pêkanîna qeyûman destpêkirî 144 hevşaredarên ji kevneşopiya siyasî ya kurd tên bi komî 159 şaredar bi hin sedemên cuda ji peywîrê hatin wergirtin. Lê şûna temamê hevşaredarên ji kevneşopiya siyasî ya kurd dihatin qeyûm hatin tayînkirin, şûna şaredarên partiyên din ên ji wezîfê hatin wergirtin, meclisa şaredariyê ji bo şaredarê nû hilbijêre hilbijartin pêk anî.   HILBIJARTINA SEROK Û SEROKWEKÎLÊN ŞAREDARIYAN    Di vê pêvajoyê de rêbaza girtina ji wezîfeyê ya 8 serok şaredarên partiyên cuda û bijartina şaredarên nû li şûna wan wiha ye:   "* Di 22’ê îloana 2017'an de li ser fermana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, Serokê Şaredariya Stenbolê yê AKP’yî Kadîr Topbaş îstîfa wî hat xwestin. Topbaş îstîfa kir û encamê meclisê yê AKP’yî Mevlut Uysal wek serok hat bijartin.    * Di 28’ê cotmeha 2017’an de Serokê Şaredariya Enqereyê yê AKP’yî Melîk Gokçek jî wek Kadîr Topbaş, îstîfaya wî hat xwestin û bi darê zorê dan îstîfakirin. Enedamê meclise Mustafa Tuna yê AKP’yî li şûna wî hat bijartin.    * Serokê Şaredariya Balikesîrê Ahmet Edîp Ûgûr jî li ser fermana Erdogan di 30’ê cotmeha 2017’an de îstîfa kir. Piştre endamê meclisa şaredariyê Zekaî Kafaoglû yê AKP’yî hat bijartin.    * Di 20’ê kanûna 2019’an de YSK’ê mazbateya Serokê Şaredariya Serêkaniyê ya Rihayê Abdullah Aksak ê AKP’yî betal kir û li şûna wî encamê meclisa şaredariyê Feyyaz Soylû yê AKP’yî hat bijartin.    * Di 18’ê tîrmeha 2022'an de Serokê Şaredariya Menderesa Îzmîrê Mustafa Kayalar ê CHP’yî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrxistin û li şûna wî endama meclisa şaredariyê Erkan Ozkan wek serokwekîl hat bijartin.    * Di 9’ê sibata 2023’yan de Serokê Şaredariya Navçeya Gokçeadaya Çanakkaleyê Unal Çetîn yê ÎYÎ Partiyê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrkirin û li şûna wî endamê meclisa şaredariyê Ercan Îpek wek serokwekîl hat bijartin.    * Di 25’ê nîsana 2024’an de Serokê Şaredariya Kepeza Antalyayê Mesût Kocagoz ê CHP’yî ji ber qezaya teleferîkê ku kesek tê de mir, hat girtin. Endamê meclisa şaredariyê Emre Altekîn ê CHP’yî wek serokwekîlê şaredariyê hat bijartin.    * Di 6’ê adara 2021’an de Serokê Şaredariya Yalovayê Vefa Salman ê CHP’yî ji aliyê wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrxistin û li şûna wî encamê meclisa şaredariyê Mustafa Tutuk ê AKP’yî hat bijartin.    * Di 13’ê çileya 2024’an de Serokê Şaredariya Bîlecîkê Semîh Şahîn ê CHP’yî bi sedema îdiayên bertîlê ji aliyê wezaretê ve ji wezîfeyê hat dûrxistin. Endamê meclisa şaredariyê Mustafa Sadik Kaya yê ÎYÎ Partiyê kirin serokê şaredariyê.   * Di 26’ê tîrmeha 2022’yan de Serokê Şaredariya Artûklûya Mêrdînê Abdlkadîr Tutaşi yê AKP’yî ji wezîfeya xwe îstîfa kir û endamê meclisa şaredariyê Mehmet Tatlidede yê AKP’yî li şûna wî hat bijartin.    * Di 15’ê nîsana 2022’yan de Serokê Şaredariya Navçeya Bagcilara Stenbolê Lokman Çagirici yê AKP’yî bi sedema nexweşiyên xwe ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Di şûna wî de endamê meclise Abdullah Ozdemîr ê AKP’yî ji bo serokatiyê hat bijartin.    * Serokên şaredariyên navçeya Soke ya Aydinê, navçeya Yayladaga Hatayê, navçeya Erenler a Sakaryayê, navçeya Şebînkarahîsara Gîresûnê ku di demên dawî de wefat kirin, li şûna wan endamên meclise wek serokwekîl hatin bijartin.    MA / Emrullah Acar