Protestoyên li dijî xespa vîna gel didomin 2024-06-04 17:26:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro jî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hat şermezarkirin.      Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û piştre li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm a li gelek bajaran di roja duyemîn de didome.      MÛŞ    Rêxstina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûr nedin hûn xesp bikin” hate hilgirtin.     Endamê Meclisa Giştî ya DEM Partiyê ya Bajar Yakup Yalçinkaya tayînkirina qeyûm weke “darbeya siyasî” nirxand û wiha got: Qeyûm, tunehesibandina encamên hilbijartinê ye, xespkirina îradeya gel e. Îktîdar di rêbazên tundiyê de israr dike. Mafê herî sereke yê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd nas nake. Di şexsê Mehmet Siddik Akiş de îradeya bi milyonan kurdan tune tê hesibandin. Akiş, nûnerê rewa yê bi milyonan kesa ye. Tişta tê xespkirin, daxwaza demokrasî û aştiyê ya gelan e. Ya ku hatiye xespkirin demokrasî ye. Ev yek kompas e, xesp e, talan e, nenaskirina vîna gel e. Ev dagirkerî ye. Qeyûmê hatiye tayînkirin, waliyê mêtingeriyê ye. Em ê rê nedin waliyên mêtingeriyê. Tu îrade ne bi ser îradeya gel re ne.”    ENQERE   Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî li pêşiya Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî da. Girse rastî astengkirina polîsan hat. Di vê navberê de hinek rojnameger ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Piştre jî daxuyanî hate dayîn. Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk got ku ew biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin.    Piştre jî girse derbasî avahiya partiyê bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag berxwedana gelê Wanê ya li dijî hewldana xespkirina îradeya xwe bi bîr xist û wiha got: “Ne îradeya me ne jî biryardariya me guherî ye. Hewl didin têkoşîna gelê kurd tune bikin. Ev darbeyeke siyasî ye. Destê xwe ji îradeya me bikişînin. Divê neyê jibîrkirin ku em li vir in. Şaredariya Colemêrgê îradeya milyonan kurdan e. Hevşaredar jî nûnerên wê yên rewa ne. Ya ku tê xespkirin, daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê ye. Xespkirina demokrasiyê ye. Ev yek kompas e, xesp e, talan e, nenaskirina îradeya gel e. Ev dagirkerî ye. Xeta me berxwedana Wanê ye, şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin şaredariyên me bên xespkirin.”    SETNBOL   Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyaniyeke nivîskî weşand. NÇM’ê daxuyanî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir û tayînkirina qeyûm weke “darbe” nirxand. Bi domdarî wiha hate gotin: “Îktîdara heyî îradeya gelê kurd tune hesiband û li Colemêrgê bi rêya qeyûm darbe kir. Çawa ku beriya niha li Wanê winda kiribe dê niha li Colemêrgê jî winda bike. Weke hunermendên girêdayî kevneşopiya berxwedanê ya gelê xwe, em vê helwesta dijminane ya li dijî gelê kurd bi tu awayî qebûl nakin û bang li tevahiya hunermendan dikin ku li dijî vê zîhniyeta zilmê helwest nîşan bidin. Qeyûm, mezintirîn dijminê hunerê ye! Qeyûm faşîzm e! Qeyûm darbe ye!”    AMED   Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, li ber Edliyeyê Amedê kom bû. Girse ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan wekî hincet biryara qedexeyê ya walîtiyê nîşan da. Girseyê bertek nîşanî vê yekê da û bi çepikan û dirûşmeyan dorpêçê protesto kir. Piştî helwesta bibiryar a girseyê daxuyanî hat dayîn.   Li ser navê platformê Serdar Keskîn daxuyaniyê da. Keskîn destnîşan kir ku tayinkirina qeyûm li dijî rêgeza dewleta hiqûqê ye û got ku tu hêleke hiqûqî ya Wezareta Karên Navxweyî tune ye. Keskîn bang kir ku dest ji polîtîkaya tayinkirina qeyûman bê berdan û got ku divê rêz li vîna gelê Colemêrgê bê girtin.