Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin 2024-06-05 08:43:49   COLEMÊRG - Li Geverê ciwanan li gelek taxên navçeyê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakiyên protestoyê li dar xistin.    Li navçeya Geverê ciwan daketin kuçe û kolanan û binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û qeyûmê danîn şûna wî şermezar kirin. Ciwan li taxên Orman, Kişla, Dize, Cumhuriyet û Yenî li hev kom bûn û li kuçe û kolanan agir vêxistin.    Ciwanan bi saetan li kolanan xwepêşandan li dar xistin û polîsan bi bombeyên gazê, mermiyên plastîk û ava şid êrişî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û beran û fişekên hewayî xwe parastin.    Xwepêşandanan heta derengiya şevê berdewam kir û ciwanan bênavber dirûşmên wek, “Bijî berxwedana Colemêrgê”, "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Berxwedan serketin" û "Kurdistan goristan ji bo faşîstan" berz kirin. Li tevahiya navçeyê xwepêşandanên li dijî qeyûm di roja duyemîn de berdewam dikin.