ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-05 09:00:00     * Hevseroka Şaxa OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan da zanîn ku li cîhanê tu girtîgehên ku parêzer nikarin bikevinê nînin, yekane mînaka vê Girtîgeha Îmraliyê ye û anî ziman ku divê li dijî tecrîda li Îmraliyê hemû beş dengê xwe derxînin.    * Amediyên ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûma li Şaredariya Colemêrgê dan, diyar kirin ku wê polîtîkaya qeyûm bi ser nekeve û gotin: "Divê em dakevin kuçeyan û dengê xwe bidin bihîstin û em ya ku mafê me ye bistînin."    * Mûsa Pîroglûyê ji DEM Partiyê, li dijî qeyûman îşaret bi bilindkirina têkoşîna civakî kir û Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak jî bilêv kir ku divê CHP li hemberî polîtîkayên desthilatê bêdeng nemîne.    * Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku ji bo hevdîtinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li wezaretê da, got: "Divê asayîbûn ji Îmraliyê dest pê bike. Yan na wê pirsgirêkên din tim bên taloqkirin."    * Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku tevgera siyaseta kurd piştî 45 salan dîsa Şaredariya Hîlwanê bi dest xistiye û got: “Şitlên ku 45 sal berê hatibûn çandin, di 2’yê hezîranê de dîsa şîn bûn.”    *  Li Cizîrê 3 sal in di bin navê xebatên restorasyonê de deriyên Birca Belek a dîrokî ji mêvan û xelkê herêmê re hatiye girtin û her çendî xebat hebin jî tedbîr nayên girtin û diwarên bircan hildweşin.    * Malbatên ku tevî zarokên xwe beşdarî Rojên Ma Musicê bûn, bal kişandin ser bandorên perwerdehiya bi zimanê dayikê û xwestin hemû malbatên zarokên xwe bişînin Akademiya Ma Musicê.    * Danişîna “Doza KCK’ê” ya derbarê 14 kesan de ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî di nav de ye hatiye vekirin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê lidarxistin. (09.30)    * Geşedanên têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê bên şopandin. (10.00-18.00)    * Li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00)    * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê têkildarî girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin dê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)    * Malbatên girtiyan dê bi daxwaza “edaletê pêk bîne, hiqûqê bi cih bîne” li ber Wezareta Dadê bên bahev. (14.00)    * Danişîna 7’emîn a doza Nîhat Kazanhan dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (15.00)    * Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, dê di roja 123’emîn a Nobeta Edaletê de serdana Emîne Şenyaşarê bike. (15.00-17.30)    * Komeleya Jinan a Rosayê dê têkildarî 9’emîn Pakêta Darazê li avahiya xwe ya komeleyê daxuyaniyê bide. (16.00)    * Çalakiyên nobetê yên li dijî qeyûman ên li ber deriyên şaredariyên DEM Partiyê hatine destpêkirin, dê bidomin. (17.00-24.00)    * 6'emîn Rojên Ma Musicê dê di roja 4’an de bi konserê berdewam bike. (20.00)