Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e 2024-06-05 11:15:51 COLEMÊRG - Gelek nûnerên partiyên siyasî li dijî tayînkirina qeyûm ji bo piştevaniya bi colemêrgiyan re hatin bajêr. Siyasetmedaran peyama “Heke bi hev re tevbigerin em dikarin vê çarenûsê biguherînin” da.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hate wergirtin û şûna wî Walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî qeyûm tên dayîn didomin. Pêkhateyên “Tifaqa Ked û Azadiyê” yên piştgirî dan çalakiyên li Colemêrgê hatin destpêkirin li dijî darbeya desthilata AKP’ê banga têkoşîna hevpar hate dayîn. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk, anî ziman ku li Tirkiyeyê “qaşo” hilbijartin tên kirin lê hêj jî mafê kurdan ê dengdayîn û hilbijartinê tê xespkirin. Ozturk, bi lêv kir ku ev binpêkirina maf li her derê diqewime û got: “Îro li Colemêrgê tê binpêkirin û beriya du serdeman jî hatibû binpêkirin. Tenê dixwazim vê bibêjim: Ev yek li ku dera cîhanê heye? Li Latîn Amerîayê heye, li Afrîkayê, li Asyayê an jî li Avrûpayê heye? Ev pêkanîn ji ku girti ne. Em li Tirkiyeyê binêrin niha Colemêrg û Îzmîr weke hev e? Na. Lê divê Îzmîr û Colemêrg weke hev bin. Mirovên colemêrgî ne hemwelatiyên vî welatî ne? Ev çi pêkanîne li dijî wan tê kirin? Ji ber vê yekê divê hemû civaka Tirkiyeyê dengê xwe derxîne.”   ‘DIVÊ EM BIBIN YEK Û VAN BIŞÎNIN’    Ozturk, bi lêv kir ku pêkanînên li gelê kurd rewa hatin dîtin qebûl nakin û destnîşan kir ku AKP ji ber van pêkanîn li Kurdistan û Tirkiyeyê ket xwarê û got: “Em jî di demekî ku AKP ketiye de divê hemû hêzên xwe bikin yek û van bişînin.” Ozturk, destnîşan kir ku divê hemû hêzên têkoşer bernameyeke têkoşîna siyasî deynin pêşiya xwe û anî ziman ku ev yek bi taybetî dikeve ser milê beşên çep û sosyalîst.”   ‘EM NE NEÇARÎ PÊKANÎNÊN NEHEQ Û BÊHIQÛQÎ NE’    Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Yilmaz Mertoglû destnîşan kir ku civak her serê sibê bi bêhiqûqiyên cuda yên AKP’ê re rûbirû dimîne û xwest ku hemû beşên têkoşer neçarin bên cemhev. Mertoglû, anî ziman ku destûra bingehîn a nû ya AKP û MHP bi lêv dikin sûdê nade tu kesê û wiha domand: “Divê em weke partiyên sosyalîst ji vê yekê re bêjin bes e, gelê kurd ne bi tenê ye. Mafê gelê kurd yê dengdayîn û hilbijartinê nikare were xesp kirin, divê demildest mafê wan were îadekirin. Divê wezîfeya Hevşaredarê Colemêrgê were îadekirin. Şaredariya ku bi hin cure hîleyan û veguhestina dengan nekarin wergirin, nikarin bi vê rêyê jî wergirin, em qet musade nakin.”   ‘EM Ê FAŞÎZMA AKP’Ê TÊK BIBIN’    Nûnerê Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok, diyar kir ku em li cem gelê kurd in û destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd “îlhamê” dide wan. Kok, bi lêv kir ku AKP û MHP dixwaze li ser zext û otorîterbûnê pergala xwe ava bikin û wiha got: “Hewl didin fatoreya 31’ê Adarê li kurdan bibirin. Esas bi vê helwesta êrişkar a AKP’ê em dibînin ku ji bo kurdan û kedkaran ‘asayîbûn’ nîne. Li aliyekî hewl dide şaredariyên gel xesp bike li aliyê din polîtîkayeke ku destkeftiyên li Rojava tasfiye bike dimeşîne. Lê em bêjin ku hewldanên vala ne. Hêzên demokrasiyê dê her tim li cem gelê kurd bin. Em ê bi îlhama ku me ji Berxwedana Gezî û Kobanê wergirtî faşîzma AKP’ê û MHP’ê têk bibin.”   ‘ÇARENÛS Û PÊŞEROJA ME HEVPAR E’    Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran a îşaret bi polîtîkayên zextê yên AKP’ê û MHP’ê kirin ev tişt gotin: “Ev êriş ne tenê li gelê Colemêrg û gelên Tirkiyeyê hatiye kirin, ev êriş êrişeke li dijî çîna karkeran, kedkaran, Şaredariyên Stenbol, Edene û Enqereyê hatiye kirine. Divê em rejîma qeyûm qebûl nekin. Divê hemû gel xwedî li mafê rewa yê gelê Colemêrgê derkevin û bi hev re bersivê bidin vê êrişê. Heke wisa bibe daxwaza azadiyê ya gelê kurd û daxwaza azadiyê ya polîtîka a çîna karkeran a li Tirkiyeyê dikare bibe hevpar. Ji ber ku çarenûsa me pêşeroja me hevpar e, heke em bikarin bi hev re tevbigerin dikarin vê biguherînin.”