Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir! 2024-06-05 14:12:13 COLEMÊRG - Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş 19 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Li ser vê yekê li bajêr dîsa protestoyan dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir. Darbeya AKP'ê hate tomarkirin." Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate darizandin 19 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Akiş were girtin. Piştî biryarê protestoyên li bajêr dîsa dest pê kirin.    HATÎMOGÛLLARI: QEYÛM DARBE YE   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir." Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye û got: "Qeyûm xespa vînê  ye, qeyûm darbe ye. Darbeya AKP'ê hate tomarkirin."