Dikandarên Colemêrgê derabe girtin 2024-06-05 14:30:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Dikandarên Colemêrgê bi armanca qeyûm û cezayê li hevşaredar Siddik Akiş hate birîn şermezar bikin derabeyên dikanên xwe girtin.    Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate darizandin 19 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Akiş were girtin. Piştî biryarê protestoyên li bajêr dîsa dest pê kirin. Dikandarên bajarî bi girtina derabeyên dikanên xwe biryar protesto kirin.