Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan 2024-06-05 15:54:01   ENQERE - Zeynep Han Bîngol û Sedef Demîr ên ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatin berdan, bal kişandin ser çalakiyên li girtîgehan berdewam dikin û destnîşan kirin ku divê zêdetir xwedî li girtiyan derkevin.    Siyasetmedar Zeynep Han Bîngol û Sedef Demîr ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dihatin ragirtin hatin berdan. Ji bilî malbatên Bîngol û Demîr, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) endam û rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamenterên DEM Partiyê ew pêşwazî kirin.    Ji siyasetmedaran Zeynep Han Bîngol dema Hevşaredara Qereyaziyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû di kanûna 2016’an de hatibû girtin. Sedef Demîr jî dema li Agiriyê xwendekar bû, xebatên wê yên siyasî si sala 2016’an kiribûn sedema girtinê. Her wiha gelek caran berdana Demîrê hatibû taloqkirin.    ‘DIVÊ EM XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVIN’    Sedef Demîr a li ber Girtîgehan Jinan a Sîncanê axaftineke kurt kir, qala girtiyên ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de di çalakiyê de ne kirin. Demîr, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Niha hemû girtiyan ji hemû mafên xwe feragat kiriye û hewl didin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di heman şertan de bijîn. Bi biryardarî jî didomînin. Ji ber vê yekê divê zêdetir xwedî li hevalên di zindanê de ne bê derketin.”   ‘EM LI DIJÎ VAN SERÎ QET NATEWÎNIN’    Zeynep Han Bîngol a pişt re axivî jî wiha got: “Çi li girtîgehê çi li hin şertên din bibe, çi dibe bila bibe zext nikarin me çavtirsandî bikin. Bi girtina hevşaredarê me yê Colemêrgê nîşandan ku dê helwestên xwe yên berê bidomînin. Kes nikare dest dane ser vîna gelê kurd, gelê kurd li pey vîna xwe disekine û dê bisekine. Divê em jî li cihekî ji vê yekê re bêjin na. Ne girîng e ku em 3 salan 5 salan bêsûc bi awayekî neheqî xistibin girtîgehê. Tişta bi salan e li gelê kurd tê kirin, zilm e. Em ê li dijî van qet û qet serî netewînin û li dijî vê çi hewce bike, ji bo em mafên xwe bi dest bixin em ê her rêbazê biceribînin.”