Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye 2024-06-05 19:11:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê bû li ber şaredariyên DEM partiyê çalakiya nobetê hat destpêkirin û di roja duyemîn de çalakî didomin.   Piştî ku hevşaredarê  Colemêrgê yê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş  hat binçavkirin  piştre hat girtin û qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin li ber şaredariyan nobet hat destpêkirin. Çalakiya nobetê îro jî berdewam kir.    AMED    Li ber şaredariya bajarê mezin a Amedê û 13 şaredariyên navçeyan çalakiya nobetê di roja duyemîn d eye. Hevşaredar, endamên meclîsê û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl tevli bûn.  Li navçeya Sûrê di nobeta ku dihat girtin de dengbêjan jî cihê xwe girt. Girseyê bê navber dirûşmeya ‘Colemêrg ya me ye’ berz kirin. Çalakî bi klaman didome.    SÊRT   Çalakiya li ber şaredariya Sêrtê jî di roja duyemÎn deye. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û bi dirûşmeya  biryara qeyûm protesto kirin. Li Misirc û  Ziyaretê jî çalakî hatin destpêkirin.   ÊLIH   Li êlihê jî çalakî di roja duyemîn de li ber şaredariyê didome. Rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tevli çalakiyê bûn. Bê navber dirûşmeyên ‘zext nikarin me biçewisînin’ hatin berzkirin.