Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn 2024-06-06 09:01:32   STENBOL - Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li 33 girtiyan ji ber nivîsên wan û daxwaznameyaên wan cezayê hucreyê hat birîn.    Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, di 26'ê Çileya 2024'an de di bin navê lêgerînê de bi ser 2 qawîşên jinan de hat girtin. Di lêgerînê de nivîs û daxwaznameyên girtiyan hatin desteserkirin. Îdareya girtîgehê îdia kir ku amûr li qada hevpar in û ji ber vê li 33 jinên girtî di navbera 11-13 rijan de cezayê hucreyê birî.    Girtiyan diyar kirin ku ew amûr ên wan in û ji bo vê daxwazname dan. Lê îdareyê îdia kir ku hin amûr ên hemû girtiyan e û xwest ceza bi giştî bê birîn.    Jin li ber vê biryarê rabûn û ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a  1'ê ya Bakirkoyê dan. Lê belê dadgeha cezayê giran jî cezayê hatibû birîn erê kir.    MA / Omer Îbrahîmoglû