Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe 2024-06-06 09:02:35   ÊLIH - Mehmet Arîf Ayhanê ku çanda çêkirina berikan ango xalîçeyan didomîne, anî ziman ku ger piştgiriya wî neyê kirin wê di 5-10 salên din de bi temamî nemîne.    Mehmet Arîf Îlhanê (47) ku li navçeya Heskîfê ya Êlihê dijî, berik ango xalîçeyan ya ji kalê xwe hîn bûye, 32 sal in didomîne. Ayhan ku bi tevnê xalîçeyan çêdike, bi tu awayî boyaxê û madeyên din bi kar nayne.    Ayhan diyar kir ku ev çanda çêkirina berik ango xalîçeyan bi tunebûnê re rû bi rû ye û got: "Piştî pandemiyê yên ku berik-xalîçeyan çêdikirin, dest ji kar berdan. Lê min domand. Ger ez niha kesekî an jî du kesên din perwerde bikim, ez ê karibim vê pîşeyê heya 20 salên din jî li ser pêyan bihêlim. Helbet divê piştgiriya karên bi vî rengî bê kirin."    Ayhan got: "Ji bo vî karî hîn bibim bi salan belaş xebitîm. Niha tu bi ser de pereyan jî bidî kes naxwaze hîn bibe. Li Sêrtê jî çend kesên vî karî dikin hene. Lê li heskîfê tenê ez dikim. Ger wiha bidome wê ev pîşe 5-20 salên din bi temmaî bê jibîrkirin. Ji bo domandina vê pîşeyê divê dewlet piştgiriyê bide."    Ayhan diyar kir ku heya Şerê Cîhanê yê Duyan jî cawên hevrişim dihatin çêkirin û got: "Di lêkolînan de derket holê ku girekî aîdî dema Neolîtîkê derket holê. Yanî digihê serdeme 12 hezar û 500 salî. Helbet wê demê li ser Çemê Dîcleyê bazirganî hebû. Yanî dihatin ji vir cawên hevrişimî û xalîçe dikirîn û bi kerwanan heya Sûriye, Îran, Bexda û Mûsilê diçûn."    Ayhan destnîşan kir ku bi pêşketin endustriyê re karê wan jî bi tunebûnê re rû bi rû maye û xwest piştgiriya çanda kar û barên tevnê bê kirin.