Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe 2024-06-06 09:21:03 STENBOL - Endamê Koordînasyona DÎB’ê Hakan Dîlmek diyar kir ku di rewşeke qeyûm tên tayînkirin de tu wateya nîqaşên li ser “asayîbûnê” nînin û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, destûreke bingehîn a nû nayê kirin.”    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş berdewam in. Endamê Koordînasyona Ji bo Yekitiyê Demokrasî (DÎB) Hakan Dîlmek jî bertek nîşan da.    Dîlmek, anî ziman ku îktîdarê daraza “siyasî” xistiye dewrê û li şaredariyê qeyûm tayîn kiriye. Dîlmek, wiha domand: “Îradeya hilbijartinê yê xelkê Colemêrgê tune hatiye hesibandin. Maf û temînatên destûra bingehîn hatine paşguhkirin, îradeya gel tune hatiye hesibandin û rêveberên hilbijartî tenê ji bo ku îktîdar dixwaze ji peywirê tên girtin. Ev yek nîşan dide ku îktîdar di polîtîkayên despotîk û şerxwaz de israr dike.”      Endamê Koordînasyona DÎB’ê Hakan Dîlmek   BANG LI MUXALEFETÊ KIR KU HELWESTÊ NÎŞAN BIDE    Dîlmek, destnîşan kir ku di bin gotina “asayîbûnê” ya îktîdarê de sepanên antîdemokratîk hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îktîdar bi vê gavê hewl dide muxalefeta di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li dora ked û edaletê hatiye cem hev ji hev parçe bike û bêbandor bike. Divê tevahiya muxalefetê û derdorên civakî li dijî van gavên antîdemokratîk û derhiqûqû xwedî helwest be.”    ‘TU WATEYA DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ NÎNE’   Bi domdarî Dîlmek bi bîr xist ku beriya pêvajoya tayînkirina qeyûman di Doza Kobanê de bi dehan sal cezayê hefsê li gelek siyasetmedaran hatiye birîn û wiha pê de çû: “Her wiha Doza Geziyê û girtiyên 1’ê Gulanê hene. Di rewşekî wiha de tu wateya gotina ‘asayîbûnê’ namîne. Li hundir zextan zêde dikin, fatûreya krîza aborî li karker, kedkar, xizan û gelan tê birîn, li derve jî polîtîkayên şer didomîne.  Di rewşekî wiha de tu wateya destûra bingehîn a nû û nîqaşên asayîbûnê namîne.”    Di berdewamê de Dîlmek daxuyand ku îktîdar ji bo pirsgirêkên esasî veşêre nîqaşên li ser “destûra bingehîn a nû” daye destpêkirin û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, tu wateya van nîqaşan nîne. Nepêkane ku beriya çareserkirina pirsgirêka kurd destûreke bingehîn a nû were çêkirin. Erê rast e destûrên bingehîn ên heta niha hatine çêkirin hene lê heta pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin, destûreke bingehîn a nû pêkan nîne. Dibe ku destûreke bingehîn a nû were çêkirin lê heta daxwazên civakî esas neyên girtin, heta ku rewşeke her kes bi awayekî azad diaxive neyê afirandin ev yek nabe. Beşdarbûna îktîdarê ya nav nîqaşên ser destûra bingehîn, rewatiya vê pêvajoyê qels dike. Hewldaneke ji bo veşartina pirsgirêkên esasî tê dîtin. Weke encam, pêdivî bi destûreke bingehîn anû heye lê ji bo vê divê li daxwazên civakê guhdarî bikin. Ev jî bi têkoşînê dibe.”    'ZEXTA YEKPERESTIYÊ’    Dîlmek, got ku îktîdar hewl dide destûreke bingehîn a yekperest ferz bike û axaftina xwe wiha qedand: “Hewldana çêkirina destûra bingehîn a nû, zexta ferzkirina yekperestiyê ye. Bingeha xwe ji kodên komarê yên yekzimanî, yekalî û yeknasnameyiyê digire. Lewma çar xalên ewil ên destûra bingehîn bi vî awayî hatine nivîsandin. Ev yek, afirandina bêramiya civakê ye ji ber ku ne li gorî rastiya civakê ye. Destûrên bingehîn ên li gorî felsefeya avaker a komarê hatine amadekirin, ne li gorî rastiyên civaka me ne. Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ji vê cuda nebû.”   MA / Ferdî Bayram