Doza Sîncar hate taloqkirin 2024-06-06 11:01:53   AMED - Danişîna doza Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku hatibû qetilkirin, taloqî 10’ê kanûnê hate kirin.    Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin. Di doza qetilkirina Sîncar de tetîkkêşê hîzbîkontrayê Cîhan Yildiz tê darizandin. Danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzerên wan Mehdî Ozdemîr û Yakup Guven di danişînê de amade bûn.    Dozger, di danişîna berê de ji bo mutalaayê dem xwestibû û dîsa daxwaza demê  kir. Dadgehê bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de, danişîn taloqî 10’ê kanûnê kir.