‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’ 2024-06-06 11:46:08   AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr ê biryara doza îşkenceyê ya li zarokê 14 salî nirxand, diyar kir ku divê faîl ji sûcê “îşkenceyê” bên cezakirin û anî ziman ku ji bo vê yekê dê têbikoşin.    Li navçeya Licê ya Amedê piştî pîrozbahiya Newrozê di 21’ê Adara 2023’yan de polîsan zarokê 14 salî Y.D. revandibû û îşkence lê kiribûn. Li amirê polîsan Aykut Oral û polîsên bi navê Îsamîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak ji doza der barê wan de hatiye vekirin dihatin darizandin, ceza hat birîn. Her pênc polîs jî ne girtî ne û ji “gefxwarina azadiyê” doz li wan hatiye vekirin. Danişîna dozê duh li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Licê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê ji sûcê “kes ji azadiya wî bêpar hiştine” li her bersûcekî 8 sal cezayê hefsê birî. Şandeyê her wiha ji sûcê “zirar dane mal” jî li her bersûcekî 4 hezar û 500 lîre cezayê pereyan birî.   Cîgirê Serokê Baroya Amedê û parêzerê malbatê Mehdî Ozdemîr biryara hatiye dayîn û pêvajoya dozê nirxand.    ‘PENASEKIRINA RAST A SÛC NEHATE KIRIN’    Ozdemîr, diyar kir ku di biryarê de qedexeya “îşkenceyê” û “mûameleya nebaş” hatiye binpêkirin û îşkenceya li Y.D. hatibû kirin bi bîr xist û got li dijî Y.D. sûcê îşkenceyê hatiye kirin. Ozdemîr ê qala pêvajoya serlêdanên sûc kir, anî ziman ku penasekirina rast a sûc nehate kirin û bi mînaka polîtîkaya necezakirinê re rû bir û mane.   Prz. Mehdî Ozdemîr   ‘JI BO ÎŞKENCEYÊ DÊ ÎTÎRAZ BIDOMIN’    Ozdemîr, da zanîn ku îdianame jî ji sûcên “Birîndarkirina biqestî” , “Kes ji azadiya wî bêpar bihêle” hatiye amadekirin û wiha domand: “Li ser îtîraza me ya ji bo îdianameyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya Licê ewilî îdianame vegerand. Biryar da ku divê ji aliyê îşkenceyê ve darizandin were kirin û biryara bêpeywîriyê da. Ev biryar ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi hinceta ku lêpirsîn ji aliyê dozgeriyê ve di çarçoveya 'sûcê îşkenceyê' de nehatiye kirin, hat rakirin. Divê di darizandinê de penasekirina sûc a rast îşkence bûya.”   Ozdemîr, diyar kir ku ji bo polîs di çarçoveya sûcê “îşkenceyê” de bên darizandin dê îtîrazên wan bidomin û dê heta dawiyê têkoşîna hiqûqî bidin.    ‘XWESTIN KU DOSYAYÊ BÊFAÎL BIHÊLIN’    Ozdemir, diyar kir ku di rapora Lijneya Mufetîşan de ku di 16’ê gulanê de di dosyeyê de cih girtiye hûrgiliyên girîng hene û diyar kir ku piştî Y.D rakirine nexweşxaneyê û gotiye ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin, Midûrê Polîsan ê Licê yê ku yek ji faîlên dozê ye 2 polîsên Şaxa TEM'ê şandine nexweşxaneyê lê belê derket holê ku nekariye bi zarokî re hevdîtinê bikin. Ozdemîr, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îfadeyên ku cîgirê midûrê polîsan ê bajêr ku têkildarî polîs roja din arasteyî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatine kirin hene. Ev yek nîşanî me dide ku hêj kêliya ewil faîl polîs in û di dosyayan, darizandinan de hin peywîrdar an jî peywîrdarên cemaweriyê yên paye bilind çawa mudaxilî bûyerê bûne. Cîgirê midûrê polîsan ê bajêr di îfadeya xwe de îdia dike ku bi hatine parêzeran re têkiliya bi malbatê re qût bûye. Em di van îfadeyan de dibînin ku dema pêvajoya darazê li ber çavan hate girtin çawa hewl hatiye dayîn zextê li aliyê mexdûr û gazinker bikin, çawa hatiye xwestin ku dosya bêfaîl bê hiştin.”   ‘GOTIN DÎMEN NÎNIN’    Ozdemîr, bi bîr xist ku hêvdîtinên faîlan ên ku di axaftinên Whatsapê de çawa îfadeyên xwe kirine yek hene û ev tişt gotin: “Pişt re hate xwestin ku dîmenên kamerayan bên tespîtkirin lê nebûna dîmenên kameraya wesayîta zirxî ya ÛRAL’ê, agahî û belgeyên ku wesayît xerabe ye li dosyayê hatin zêdekirin. Pişt re hate xwestin ku şahid bên guhdarkirin lê di noxteya guhdarkirina wan de pirsgirêk hate jiyîn. Di esasê xwe de nêzîkatiya li dijî dosyayên faîlên wan polîs in li vir jî derket pêşberî me. Di rastiyê de delîl hatibûna komkirin polîsên faîl da bi cezayên giran re rûbirû bimînin. Lê polîs di vê dosyayê de bi pratîka dadgeriya berê re rûbirû man.”   BIRYAREKE EMSAL E LÊ TÊRA NAKE   Ozdemîr, bal kişand ku biryara duh hate dayîn ji aliyê herkesê ve biryareke “emsal e” û got: “Ji ber vê yekê dadgeheke herêmî ji sûcê ‘bêparhiştina azadiyê ya zarokekî’ ji sînorê jêrîn dûrket û bi giştî 8 sal cezayê girtîgehê birî.” Ozdemir diyar kir ku li Kurdistanê di dozên ku faîl polîs in ji bo pêşî li encamên bi heman rengî bê girtin ew ê kirariyên pêwîst bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku darizandin ji sûcê îşkenceyê were kirin em ê derfetan ava bikin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”   MA / Mujdat Can