Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin 2024-06-06 12:08:17   STENBOL - Danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê ku rêveber û nivîskarên wê bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “ji bo sûc were kirin gel sor kirine” tên darizandin, hate taloqkirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi KHK’ê hatibû girtin û derheqê rêveber û nivîskarên wê de doz hatibû vekirin. Ji ber nivîsên hatine weşandin ji rêveber û nivîskarên rojnameyê Huseyîn Aykol, Ayşe Batumlu Kaya, Eren Keskîn û Reyhan Çapan de bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “ji bo sûc were kirin gel sor kirine” tên darizandin. Danişîna 8’emîn a dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya stenbolê hat lidarxistin.    Kesên tên darizandin tev li danişînê nebûn lê parêzerê wan Ozcan Kiliç amade bû.    Şandeya dadgehê ragihand ku dosyaya Reyhan Çapan û Eren Keskîn ên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran tê dîtin bi vê dosyayê re bê yekkirin. Her wiha şandeyê got ku dosyayeke Ayşe Batumlu Kaya li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê heye û dosya xwestine lê hêj negihiştiye ber destê wan.    Dozger jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    Parêzer Ozcan Kiliç jî got ku dosyaya derheqê Kaya de li 17’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Herêmî ya Stenbolê ye û hukm teqez bûye. Kiliç xwest ku aqûbeta dosyayê ji daîreyê were pirsîn.    Dadgehê daxwaza parêzer Kiliç qebûl kir û biryar da ku ji daîreyê re muzekkere were nivîsandin. Danişîna dozê taloqî 8’ê cotmehê hate kirin.