Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin 2024-06-06 13:19:01   HATAY - Mexdûrên erdhejê yên xwestin ku xaniyên wan ên li navçeya Antakyayê ji çarçoveya qada rezerve bên derxistin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.    Mexdûrên erdhejê yên li taxên Aksaray, Saraykent û Akasya yên navçeya Antakya ya Hatayê dijîn bertek nîşanî îlankirina herêma xaniyên wan lê ne ya weke qada rezervê dan. Mexdûrên erdhejê yên li ber Petrola Ûfûkê ya li Taxa Akasya hatin bahev xwestin Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê dest ji vê biryarê berde. Polîsên ku hewldan çalakiyê asteng bikin, 4 kes bi lêdanê binçavkirin.