33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan 2024-06-06 14:19:48   AMED - 33 rêxistinê hiqûqê yên navneteweyî têkildarî doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê daxuyanî dan û daxwaza edaletê kirin.    Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin û tê payîn ku biryara dozê di danişîna 12’ê hezîranê de were dayîn. 33 rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî têkildarî dozê daxuyaniyeke hevpar dan. Bêedaletiyên heyî yên di dosyayê de hatin destnîşankirin û agahiyên têkildarî piştperdeya dosyayê hatin dayîn.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tahir Elçî parêzerekî mafên mirovan ê navneteweyî bû wiha hate gotin: “Dema hatî kuştin, Serokê Baroya Amedê bû. Elçî, gelek dozên girîng ên têkildarî valakirina gundên kurdan a bi darê zorê, windakirinên bi darê zorê, înfazên komî, miameleya xerab û îşkenceyên hêzên ewlekariyê kirin û hwd. birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên di dema şerê navbera hêzên dewletê û PKK’ê de hesab were dayîn, hewl da rêgeza hesabdayînê bixe meriyetê. Di cotmeha 2015’an de ji hêla qenalên alîgirên hikûmetê ve hedef hat nîşandan û gefên kuştinê lê hatin xwarin. Her wiha bi îdiaya ‘propagandaya terorê’ hate tawanbarkirin. Elçî, di 28’ê mijdara 2015’an de dema daxuyaniyeke çapemeniyê dida hate kuştin. Dema du milîsên PKK’ê ji polîsan direviyan, çek hatin bikaranîn û Tahir Elçî li vir bi çekê hate kuştin.    Piştî mirina Elçî, lêpirsîneke serbixwe û bibandor nehat meşandin. Weke di nameya 2’yê adara 2021’ê de ji Raportora Taybet a NY’ê re hatiye şandin de hatiye destnîşankirin, di tiştên têkildarî qetilkirina Elçî de hatine kirin de gelek qisûr hene. Ev qisûr wiha ne;    *Lêkolîna cihê bûyerê pir dereng hate kirin (110 roj piştî bûyer). Lewma delîl ji holê hatin rakirin.    *Muameleya gumanbar li polîsên cihê bûyerê nehate kirin.    *Lêpirsîneke birêkûpêk nehat kirin. Piştî komeke serbixwe ya navnenda wê London (Forensic Architecture) rapora xwe di 2019’an de parve kirî derheqê polîsan de teqîbat hate destpêkirin.    *Di îdianameyê de dozger bûyer terîf kir, ji hêla fiîl û sûcên hiqûqî ve hatin dabeşkirin û wesfa cezayê ji bo polîsan hatiye xwestin, gelek bipirsgirêk bû.    Bi qetilkirina Tahir Elçî re îdianame di 20’ê adara 2020’ê de hate temamkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo sê polîsan bi sûcdariya ‘bi qisûra xwe ya zanebûn bûne sedema mirinê’ ji 3 salan heta 9 salan cezayê hefsê xwest. Ji bo milîsekî jî bi sûcê ‘kuştina du polîsan’ sê caran cezayê muebbeta girankirî xwest.”    DI DANIŞÎNAN DE PIRÎ CARAN MAFÊ DARIZANDINA ADILANE HAT BINPÊKIRIN    Bi domdarî hat gotin ku ji 21’ê cotmeha 2020’an ve 9 danişînên dozê hatine lidarxistin û di van danişînan de gelek caran mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin.    Bi domdarî ev binpêkirin hatin rêzkirin:    “Daxwaza têkildarî xemsarî û berpirsyartiya hêzên îstîxbaratê yên muhtemel de û tevdîrên ewlehiyê bêyî ku sedemên qanehker bên nîşandan hatin redkirin.    * Têkildarî lîstina bi qeydên dîmenan û dîmenên kamerayan ên winda de pirs hatin kirin lê bersiv nehate dayîn.    *Ji bo tespîtkirina cihê gule lê hatiye barandin daxwaza çûna cihê bûyerê hate kirin lê bêyî ku sedemên qanehker bên nîşandan hate redkirin.    *Biryar hate dayîn ku bersûc tev li danişînan nebin.    *Dadgeh bi awayekî dijminane û sîstematîk nêzî gotinên malbat û parêzerên Elçî bû û gefa derxistina ji eywanê lê xwar.    *Danişîn bi awayekî keyfî hatin taloqkirin, daxwaza redkirina dadgeran hate redkirin û ji bo vê tu sedem nehatin nîşandan.    *Di 14’ê tîrmeha 2021’an de danişîna sêyemîn hate lidarxistin û şahidan gotin ku îşkence lê hatiye kirin û rastî miameleya xerab hatine. Em ji ver vê rewşê bifikarin. Baroya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî di vê mijarê de  li HSK’ê gilî kir lê bêyî sedemek were nîşandan hate redkirin.    *Di 25’ê nîsana 2024’an de dozger mutalaaya xwe pêşkeşî 10’emîn Dadgeha  Cezayên Giran a Amedê kir û got ku mimkin nîne were tespîtkirin bê ka guleya rê li ber mirinê vekirî ji kîjan çekê derketibe. Her wiha daxwaza beraeta her sê polîsan kir.    *Danişîna din taloqî 12’ê hezîrana 2024’an hate kirin ku îxtîmalekî mezin e dê ev bibe danişîna dawî.”    DAXWAZÊN JI BO EDALETÊ HATIN RÊZKIRIN   Di daxuyaniya hevpar de daxwazên ji bo edaletê wiha hatin rêzkirin:    “Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de divê dewlet mafê xwe gihandina edaletê bi cih bîne û ji bo vê jî divê temînata lêpirsîneke bilêz, bêalî û bibandor bide û berpirsyaran li gorî standartên navneteweyî derxîne pêşberî edaletê. Her wiha divê dema îdiayên îşkenceyê û miamelaya xerab tê kirin, meqamên pispor tavilê lêpirsînên bilez û bêalî bidin destpêkirin. Ya din jî dema parêzer ji ber pîşeya xwe rastî gefan tên, divê rayedar ewlehiya wan misoger bikin.     Em careke din bang li meqamên Tirkiyeyê dikin ku van rêgezên li jêr hatine destnîşankirin bicih bînin;    * Divê hemû kesên berpirsyartiya wan di kuştina Tahir Elçî de hene derkevin pêşberî edaletê, danişîn li gorî standartên hiqûqa navneteweyî bên lidarxistin û dema berpirsyar tên dîtin jî li gorî sûcê xwe bên cezakirin.    * Divê daxwazên malbata Elçî yên girîng ên têkildarî delîl û şahidan ji hêla dadgehê ve berçavan bên girtin.     *Divê meqamên edlî ji bo bicihanîna axaftin û daxwazên parêzerên malbata Elçî firsendê bidin û helwestên dijminane yên li dijî malbat û parêzerên Elçî bên berikandin. Bila ev doz li gorî rêgeza wekheviya çekan were sererastkirin û pêşdarazî û binpêkirinên prosedûran ên di dozê de bên rakirin.    *Divê giliyên şahidan ên têkildarî îşkence û miameleya xerab de ji hêla yekîneyeke darazê ya serbixwe û bêalî ve bên lêkolînkirin û heke gilî jêbawer be divê ev îfade ji dosyayê bên darxistin.    *Divê ji bo binpêkirinên li dijî malbata Elçî û hezkiriyên wî, li gorî hiqûqa navneteweyî edalet bi cih bê.”    SAZIYÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRIN   Saziyên daxuyanî îmzekirin: “Baroya Almanyayê (Deutscher Anwaltverein, German Bar Association, DAV), Komeleya Hiqûqnasên Amerîkayê (American Association of Jurists, Asociación Americana de Juristas, AAJ) , Konseya Baroya Ewropayê û Civatên Hiqûqî (the Council of Bars and Law Societies of Europe, CCBE) , Federasyona Baroyên Ewropayê (the European Bars Federation, FBE), Parêzerên Demokrat ên Ewropayî (European Democratic Lawyers, AED), Parêzerên ji bo Parêzean (Lawyers for Lawyers), Komîteya Şopandina Êrişên li Dijî Parêzeran (Monitoring Committee on Attacks on Lawyers), Komeleya Parêzerên Demokratîk a Bangladeşê (Democratic Lawyers Association of Bangladesh, DLAB) , Baroya Brukselê - Enstîtûya Mafên Mirovan (Institut des droits de l’homme du barreau de Bruxelles), Baroya Brukselê (Ordre des avocats du barreau de Bruxelles) , Komeleya Parêzerên Komarparêz a Almanyayê (the Republican Lawyers Association/Republikanische Anwältinnen- und Anwälteverein, RAV, Germany), Komeleya Hiqûqnasên Ewropayî ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan ên Cîhanê (European Association of Lawyers for Democracy and World Human Rights, ELDH), Komeleya Parêzerên Demokratîk (Association of Democratic Lawyers/Vereinigung Demokratischer Juristinnen und Juristen, VDJ, Germany), Komeleya Navneteweyî ya Parêzerên Demokratîk (International Association of Democratic Lawyers, IADL) ,Yekitiya Neteweyî ya Parêzerên Gel a Filipînan (National Union of People’s Lawyers, Philippines, NUPL), Komeleya Navneteweyî ya Parêzerên Gel (International Association of People's Lawyers, IAPL) , Şaxa Komeleya Navneteweyî ya Parêzerên Gel a Awûstûryayê (International Association of People's Lawyers, Australian Branch), Komeleya Parêzeran a Hindistanê (Indian Association of Lawyers), Komîteya Mafên Mirovan a Baroya Inilistan û Gallerê (Bar Human Rights Committee of England and Wales, BHRC), Civaka Hiqûqê ya Ingilistan û Gallerê (the Law Society of England and Wales), Hiqûqnasên Demokratîk a Îtalyan (Italian Democratic Lawyers/Giuristi Democratici), Navenda Hiqûqê ya Levrosê (Legal Centre Lesvos), Baroya Nantesê ya Fransayê Fransa (Ordre des Avocats du Barreau de Nantes), Baroya Rennesê ya Fransayê (Ordre des Avocats du Barreau de Rennes), Baroya Rotterdamê ya Hollandayê (Rotterdam Bar Association, the Netherlands), Baroya Seine-Saint Denisê ya Fransayê (the Bar Association of Seine-Saint Denis, France), Parastina Sînoran Nas Nake – Piştevaniya Parêzeran a Fransayê (Défense sans frontière avocats solidaires/Defence Without Borders - Lawyers in Solidarity, DSF-AS, France), Çavdêriya Navneteweyî ya ji bo Parêzerên di Xetereyê de (International Observatory for Lawyers in Danger, OIAD), Şopandina Parêzerên di Talûkeyê de, Yekitiya Baroyên Cezayan a Îtalyayê (Osservatorio Avvocati Minacciati, UCPI, Observatory Endangered Lawyers - Italian Union of Criminal Chambers), Baroya Turinê ya Îtalyayê (Turin Bar Association, Italy), Projeya Piştevaniya Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (Turkey Human Rights Litigation Support Project, TLSP), Enstîtûya Mafên Mirovan a Komeleya Baroyan a Navneteweyî (the International Bar Association’s Human Rights Institute, IBAHRI) û Di Meriyetê de Mafên Mirovan (Human Rights in Practice).”