Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin 2024-06-06 14:41:59   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku dê di 11’ê hezîranê de bi serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP) Huseyîn Baş a li navenda giştî ya partiya xwe, pirsên rojnamegeran bersivand.    Ozel, da zanîn ku dê serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 11’ê hezîranê saet di 16.00’ê de bê serdana navenda wan a giştî.    ‘BIRYARA HILBIJARTINA PÊŞWEXT GEL DIKARE BIDE’    Têkildarî banga Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ji bo hilbijartina pêşwext jî Ozel wiha got: “Piştî 47 salan cara ewil di hilbijartinên 31’ê Adarê de CHP bû partiya yekemîn. Em banga pêşhilbijartinê nakin. Biryara hilbijartina pêşwext gel dikare bide. Ez ne xwedî wê hêzê me ku vê biryarê bidim. Nexwe dê min sibe biryar dabûya û bazara pêş bûbûma îktîdar. Erê rast e CHP pêşhilbijartinê dixwaze lê ji bo vê divê ji ewil ev mijar di rojeva gel de be û ew bixwazin.”