Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan 2024-06-06 14:54:48   ÎZMÎR - Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk piştî girtina 9 mehan di danişîna ewil de hate berdan.    Danişîna ewil a doza Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bûcayê Nîhat Turk ê di 6’ê cotmeha 2023’yan hate binçavkirin û di 9’ê cotmeha 2023’yan de hate girtin li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate lidarxistin. Di danişînê de Nîhat Turk ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate darizandin û parêzerên wî amade bûn. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û HDP’ê danişîn şopandin.    Şahida vekirî Bûse Aslan a di danişînê de hate guhdarkirin diyar kir ku îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan dubare dike. Turk ê li dijî sûcdariyan parastin kir, destnîşan kir ku sûcdarî bêbingeh in û bi salan e di nava siyaseta demokratîk de cih digire. Turk, diyar kir ku darizandin jî siyasî ye û daxwaza berdan û beraeta xwe kir.    ‘SÛCDARÎ BÊBINGEH IN’    Parêzeran jî diyar kirin ku îdiayên şahida vekirî Bûsa Aslanê razber û bêbingeh in û li gelek dozan de hatine pûçkirin. Parêzerên ku gotin sûcdariyan qebûl nakin daxwaza berdan û beraeta muwekîlê xwe kirin.    BIRYARA BERDANÊ HATE DAYÎN    Dadgeha ku daxwaza berdewama girtinê ya dozger qebûl nekir, biryara berdana Turk da û danişîn taloqî 7’ê mijdarê kir.