Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye 2024-06-06 15:36:33   NAVENDA NÛÇEYAN - TMMOB a tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran şermezar kir, wiha got: “Ji holê rakirina vîna gel darbeyeke îdarî ye.”   Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û 19 sal û 6 meh cezayê hefsê yê li hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn didomin. Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) bi daxuyaniyên hevpar ên li gelek bajaran bertek nîşan da.    EDENE   Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Edeneyê ya TMMOB’ê, li ber Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê daxuyanî da. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Edeneyê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tev li daxuyaniyê bûn. Sekreterê ÎKK’ê yê TMMOB’ê Kerem Şahîn xwend.    Şahîn, destnîşan kir ku demokrasî careke din hatiye binpêkirin û biryara hatiye wergirtin biryareke siyasî ye. Şahîn, diyar kir ku jiholêrakirina vîna gel darbeyeke îdarî ye û wiha got: “Ev darbeya li dijî vîna gel hatiye kirin, tu sûdê nade demokrasiya Tirkiyeyê.”   ‘DIVÊ RÊZÊ JI VÎNA GEL RE BIGIRIN’   Şahîn, bang li desthilatê kir ku dest ji pêkanîna qeyûman berde û rêzê ji vîna gel re bigire.   MÊRDÎN    ÎKK ya Mêrdînê ya TMMOB’ê jî têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Şaxa Odeya Endezyarên Avahîsazan a Mêrdînê daxuyanî da. Daxuyaniya hevpar nûnerê Şaxa Odeya Avahîsazan a Mêrdînê Diyar Kût xwend. Kût da xuyakirin ku tunekirina baweriya gelên herêmê ya li demokrasiyê, li dijî feraseta aştî, xwişk û biratî û welatîbûna wekhev a li Tirkiyeyê ye û got: “Em bang li desthilata siyasî dikin ku dest ji pêkanînên qeyûm berde û rêzê nîşanî vîna gel bide.”   AMED    ÎKK a Amedê ya TMMOB’ê jî li Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê Ûfûk Bûlût di civîna ku pankarta “Asayîbûn bi qeyûm pêk nayê” hate daliqandin de metna çapemeniyê ya hevpar xwend.    ÊLIH   ÎKK a Êlihê ya TMMOB’ê jî li ber Şaxa Odeya Avahîsan a Êlihê daxuyanî da. Nûneren Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Qeyûm xespa vînê ye” hate daliqandin de metna hevpar Hevseroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Êlihê Zelal Ekîncî xwend.    STENBOL    Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya li Beyoglûyê hate lidarxistin de pankarta “Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê nayê qebûlkirin! Vîna gel nikare were xespkirin!” hate vekirin.    Daxuyaniya hevpar ji aliyê Sekreterê ÎKK’ê yê Stenbolê yê TMMOB’ê Seyfettîn Avci ve hate xwendin. Avci bi lêv kir ku darbe li vîna gel hatiye xistin û got: “Mafê kesê nîne ku vîna demokratîk a mirovan îpotek bikin. Di vê çarçoveyê de bang li desthilata siyasî dikin ku dest ji pêkanînên qeyûman berde û rêzê ji vîna gel re bigire.”     ÎZMÎR    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Koma Parêzerên Hemdem jî li dijî tayînkirina qeyûm daxuyanî dan.    Di daxuyaniya li ber Edliyeya Îzmîrê hate dayîn de pankarta “Qeyûm darbeya li vîna gel e. Em qebûl nakin” hate vekirin û dirûşmeya “Qeyûm darbe ye, ji qeyûm re na” hate berzkirin. Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî endamê OHD’ê Selahattîn Tîmûr xwend.    Gumuş, bi bîr xist ku desthilata AKP’ê û MHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de di serî de xespkirina vîna gelê kurd gele nelirêtî kirin û bi lêv kir ku tevî hemû bêhiqûqiyan gel rejîma qeyûm qebûl nkeir û vîna xwe di sindoqê de nîşan da. Gumuş, diyar kir ku rastî bi dehan dosyayên dişibin dosyaya ku bû sedemê girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatine û got: “Bi darizandineke formalite derbarê wî de ceza hate birîn û girtin. Ev rewşa hate jiyîn darbeya siyasî ya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye.”