Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye 2024-06-06 16:07:39 ENQERE - Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar bi daxwaza darizandina faîlên malbata wê û berdana kurê xwe yê girtî li Enqereyê daye destpêkirin di roja 124’an de berdewam kir.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Şenyaşar, Nobeta Edaletê ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobet di roja 124’an berdewam kir. Di nobetê de dovîzên “Em 846 rojan li Rihayê û 124 roj in jî li Enqereyê ji bo edaletê nobetê digirin. Ji bo malbata Şenyaşar edalet ji bo her kesî edalet” û “Edalet” hatin hilgirtin.    Şandeyeke ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk dihat çû serdana Emîne Şenyaşar.    Danişîna Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin dê sibe li Meletiyê bê lidarxistin. Emîne Şenyaşar, ji bo tev li danişîna bibe piştî nobetê derbasî Rihayê bû. Şenyaşar dê ji bo danişînê ji Rihayê derbasî Meletiyê bibe.