ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-07 09:00:05   * Nameyên girtiyên bi navê Ronahî Sirdaş û Gulistan Yilmaz ên ji bo Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, bi hinceta "dilsoziya bi Abdullah Ocalan re, dûrneketina ji rêxistinê" nehatin şandin.   * Welatiyên Sêrtê tayinkirina qeyûm wekî "têkçûyîna di hilbiajrtinê de" nirxandin û li dijî polîtîkayên tayinkirina qeyûm îşaret bi berxwedanê kirin.    * Dîroktorê IHR’ê Mahmood Amiry-Moghaddam diyar kir ku biryara darvekirinê ya der barê girtî Hatem Ozdemîr de siyasî ye û ev ceza bi zexta civakî dikare bê rawestandin.   * Kesên tev li aktîvîteya “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” ku di pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate destpêkirin bûn, diyar kirin ku ji bo Amedeke paqij divê herkes berpirsyartiyê bigire serxwe.    * Parlamentera CHP’î bertek nîşanî biryara tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Em neçar in ku li dijî feraseta qeyûm têbikoşin. Divê hemû kesên aligirê demokrasiyê ne li dijî vê ferasetê deng derbixin.”    * Danişîna 6'emîn a Doza Malbata Şenyaşar dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.30)   * Dê li gelek bajaran çalakiyên protestokirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê bên lidarxistin. Nobeda li ber şaredariyên DEM Partiyê hatine destpêkirin jî dê bidomin. (13.00-23.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Colemêrgê û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî li Wanê dê beşdarî çalakiyên protestokirina qeyûm bibin. (13.00-16.00) ZINDΠ   * Danişîna sêyemîn a der barê Dayikên Şemiyê de hatiye vekirin dê li 39'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (14.00)   * Şaxên ÎHD'ê dê li gelek bajaran çalakiya Nobeda Edaletê ya ji mehê carek li dar dixe dê pêk bînin. (14.00-18.00)   * Şahiyên 6'emîn Rojên Ma Musicê wê bi mezûniyeta şagirtên Akademiya Ma Musicê berdewam bike. (20.00)