‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’ 2024-06-07 09:03:47 AMED - Kesên tev li aktîvîteya “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” ku di pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate destpêkirin bûn, diyar kirin ku ji bo Amedeke paqij divê herkes berpirsyartiyê bigire serxwe. Di bin koordînasyona Daîreya Kontrol û Parastina Hawîrdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de li gel şaredariyên navçeyê bi dirûşma “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” kampanyaya paqijiyê hate destpêkirin. Starta kampanyayê li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûr a navendî hate destpêkirin.    Kesên tev li kampanyayê bûn ji bo bajarekî paqijtir bang li hemû amediyan kirin ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.    Berdevkê Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê Mûrat Demîr diyar kir ku piştgiriyê didin kampanyaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daye destpêkirin û got: “Heke em qirêj nekin, hewcehî bi paqijkirina me jî nabe. Hawîrdoreke paqij ji bo tenduristî û tûrîzmê jî girîng e. Mafê me hemûyan heye ku em li hawîrdoreke paqij bijîn. Divê zarokên me li park, baxçe, kolan û qadên paqij bilîzin. Gelê me vê heq dike. Em bang li gelê Amedê dikin ku park, baxçe û rêyên me paqij bigirin.”   ‘EM JI BO TENDURISTIYA XWE HAWÎRDORA XWE PAQIJ BIGIRIN’    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Mehmet Nûr Ûlûs bi lêv kir ku paqijiya hawîrdorê bandorê li tenduristiyê jî dike û da zanîn ku ji bo kesên bitendurist yek ji tişta herî girîng paqijiya hawîrdorê ye. Ûlûs ê girîngiya xweza û ava paqij kir, wiha got: “Ji bo ku mirov nexweş nebin û bi awayekî baş bijîn paqijî gelekî girîng e. Em ê li ser van esasan bajarê xwe biparêzin. Ji bo ku serwer ‘cihên em lê dijîn ji holê ranekin û qirêj nekin’ em ê bi çand, xweza û zimanê xwe re têbikoşin.”   Ûlûs, destnîşan kir ku li bajarê 8 sal in qeyûm bi rê ve dibe ji bo ekolojî û hawîrdorê tu proje nehatin hilberandin û got: “Em dizanin ku 8 sal in qeyûmê dest daniye ser rêveberiya vî bajarî çiqas zirar daye xwezayê. Texrîbata li Baxçeyên Hewselê û Sûrê dibînin. Ev hemû nîşaneya nêrîna li xwezayê ye jî. Divê em ji bo xwezayê biparêzin polîtîkayên nû hilberînin. Ji ber vê yekê em kampanyaya şaredariyê biqiymet dibînin.”   Yek ji welatiyan Selahattîn Tepebaşi anî ziman ku divê çanda paqijiyê were avakirin û wiha got: “Divê ji bo bajarekî paqijtir û birêkûpêk herkes bixebite.” Veysî Ruzgar ê bi lêv kir ku ji bo paqijiya bajêr tenê hewldana şaredariyan tê ra nake û got: “Divê em paqijiya bajêr weke paqijiya mala xwe bibînin. Ji bo bajarekî ekolojîk û hawîrdorparêz herkes bi hestiyar be.”   Veysel Alkan ê tev li kampanyaya paqijiyê bû jî wiha got: “Ez wekî welatiyekî tev li vê kampanyaya şaredariyê bûm. Hêvî dikim ku em kolanên Amedê bikarin paqij bikin. Em kolanên xwe û li ber deriyên malên xwe paqij bigirin.”