IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin 2024-06-07 09:12:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîroktorê IHR’ê Mahmood Amiry-Moghaddam diyar kir ku biryara darvekirinê ya der barê girtî Hatem Ozdemîr de siyasî ye û ev ceza bi zexta civakî dikare bê rawestandin.    Endamê HPG’ê Hatem Ozdemîr li navçeya Makû ya bi ser bajarê Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve dîl tê girtin. Ozdemîr ê bi birîndarî tê desteserkirin, paşê ji aliyê dadgehê ve tê girtin. Dadgeha Şoreşê ya Îranê der barê Ozdemîr de bi îdiaya “li dijî dewletê îsyana çekdarî kiriye” cezayê darvekirinê lê birî. Dadgeha bilind biryara darvekirina Ozdemîr erê kir. Nayê zanîn ku wê ev biryar der barê Ozdemîr de bê sepandin. Dîrektorê Komeleya Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights NGO) Mahmood Amiry-Moghaddam têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku biryara darvekirinê tenê bi zexta civakî dikare were sekinandin.    Amiry-Moghaddam da zanîn ku ji bo ku Ozdemîr hemwelatiyê Tirkiyeyê ye ji bo Îran wî bi darve bike tu astengî li pêşiya xwe nabîne û bi bîr xist ku Îranê di sala 2006’an de 3 girtiyên ji Tirkiyeyê bi darve kir. Amiry Moghaddam anî ziman ku Îran hema bêje her sal kesên ne hemwelatiyên Îranê bi darve dike û di serî de jî hemwelatiyên ji Afganistan, Pakistan û Iraqê hene û Îranê di sala 2006’an de 3 hemwelatiyên ji Tirkiyeyê ji ber sûcdariya tiryakê bi darve kir.    Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku ji bo wan mafê jiyanê beriya her tişî ye û ew dixwazin Ozdemîr li şûna bê darvekirin divê radestî Tirkiyeya ku darvekirin lê tune ye bê kirin. Amiry-Moghaddam diyar kir ku ew li bendê ne ku Tirkiye ji bo paşde şandina Ozdemîr fişaran li Îranê bike û hikûmeta tirk ji parastina mafên hemwelatiyên xwe berpirsiyar e.    'DARIZANDINA ADIL TUNE YE’    Amiry-Moghaddam da zanîn ku li darizandinên Dadgehên Şoreşê pêvajoya qanûnî nayê şixûlandin û got: “Dewleta Îranê bi taybetî dema Dadgehên Şoreşê dibe mijar, pêvajoyê bi rê ve nabe. Pêvajoyek adil nîne, darizandinek adil nîne û hemû tişt nimûne nîşan dide. Xwegihandina parêzerek jî sînordarkiî ye. Di darizandina Hatem Ozdemîr de jî heman rewş heye û bi pêvajoyek adilane nehatiye darizandin.”    'ZEXTA CIVAKÎ Û SIYASÎ DIKARE BIRYARÊ BIDE SEKINANDIN’    Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku divê kes li dijî biryara darvekirinê bêdeng nemîne û wiha axivî: “Tişta ku dikare darvekirinê bide sekinandin, zexta siyasî û civakî ya li ser hikûmeta Îranê ye. Divê hikûmeta tirk fişarê li rayedarên Îranê bike û dikare bi bandorî biryara darvekirinê bide betalkirin. Dibe ku malbata Hatem bêdeng namîne û divê nemîne jî. Divê malbat bi rêya çapemeniyê zexta civakî bide çêkirin. Rêxistinên mafên mirovan divê ji bo Hatem hesasiyetekê çêbikin û li ser mijarê bisekinin. Komeleya Mafên Mirovan a Îranê wê ji bo Hatem daxuyanî bide. Lê dîsa dibêjim divê malbata wî hemû derfetên di destên xwe de bixe dewrê, da ku rewşa Hatem bibe rojev. Wek ku tê zanîn hikûmeta tirk dikare parêzerek ji bo Hatem tayîn bike. Ev jî ji bo medyayê û ji bo parvekirina agahiyên rast referans e.”    DARVEKIRIN ZÊDE BÛNE    Amiry-Moghaddam bi bîr xist ku îsal herî kêm 240 kes ji aliyê rejîmê ve hatine darvekirin û piştî çalakiyên “Jiyan jiyan azadî” her ku diçe hejmara darvekirinan bi awayek dramatîk zêde dibin. Amiry-Moghaddam got ku rejîma Îranê berê jî û niha jî milîtanên PKK’ê û PAJK’ê darve kiriye. Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku rejîmê tenê di meha gulanê de nêzî 65 kesan bi dar ve kiriye û gelek ji van girtiyên ji sûcê tiryakê bûn.    KRÎZA MEZIN A REJÎMÊ    Amiry-Moghaddam da zanîn ku her ku diçe pêkûtî-zextên rejîma Îranê li ser gel zêde dibin û di 45 salên dawî de rejîm herî zêde vê serdemê ketiye nava krîzek mezin, lewma jî li her deverê mirovên xebatên siyasî û mafên mirovan didin meşandin digire.    DIBE KU PIŞTÎ HILBIJARTINÊ DARVEKIRIN ZÊDETIR BIBIN    Amiry-Moghaddam anî ziman ku heke ne ji hilbijartina li Îranê bûya wê hin bêtir darvekirin pêk bihatana û ji ber hilbijartinê pêvajo ji piştî hilbijartinê re hatiye berdan û ew çaverê dikin ku piştî hilbijartinê wê hin bêtir biryarên darvekirinê û înfazên darvekirinê bên dayîn.    MA / Bêrîvan Kûtlû