Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin 2024-06-07 10:47:41   ÎZMÎR - Îdianameya ku derbarê Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ên di 9’ê cotmeha 2023’yan de li Îzmîrê hatibûn girtin bihinceta “bêpeywîriyê” ji aliyê 13’emîn û 2’yemîn Dadgehên Cezayên Giran ve nehate qebûlkirin. Li ser vê yekê dosya çûn Dadgeha Îstînafê. Îstînaf dê biryarê bide ku kîjan dadgeh dê li dosyayê binêre.”   Îdianameya ku derbarê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ên di 9’ê cotmeha 2023’yan de li Îzmîrê piştî hatibûn binçavkirin, hatibûn girtin bihinceta “bêpeywîriyê” ji aliyê 13’emîn û 2’yemîn Dadgehên Cezayên Giran ên Îzmîrê ve nehate qebûlkirin. Li ser vê yekê îdianame çû Dadgeha Herêmê ya Îzmîrê. Li vir di encama nirxandina were kirin de, dê diyar bibe ku kîjan dadgeh dê lê binêre.    Di îdianameya serê meha Gulanê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hate meşandin de hevşaredar bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatin sûcdarkirin. Şandeya 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku îdianame ewilî jê re hate şandin, di 2’yê gulanê de diyar kir ku dosya di çarçoveya “fînansekirina rêxistinê” de ye biryara “bêpeywîriyê” hate dayîn. Ligel biryarê îdianame vê carê ji 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hate şandin. Lê şandeya dadgehê di 28’ê gulanê de diyar kir ku têkildarî sûcdariya “fînansekirina rêxistinê” delîlên têrker nînin û têkildarî dosyayê de biryara “bêpeywîriyê” da.    ÎDIANAMEYA HATE AMADEKIRIN   Ji ber îdianame nehate qebûlkirin hêj danişîna hevserokan nehatiye lidarxistin. Hevserok bi tevlibûna daxuyaniyên partiya xwe, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad - TJA) û Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Gelan tên sûcdarkirin. Di îdianameya ku xebat û kampanyayên partî dimeşîne jî di nav de cih digirin, civînên gel jî weke sûc hatin nîşandan. Her wiha civînên çapemeniyê yê li avahiya partiyê hatine kirin û peydakirina cih a ji bo saziyên jinan sûc hate hesibandin. Di îdianameyê de her wiha cih dan beyanên şahida vekirî “Bûsa Aslan” û şahidê veşartî “Dokûz” ên derbarê hevserokan de îfade dane jî.    Yek ji parêzerên dozê Îmdat Ataş têkildarî geşedanên derbarê îdianameyê de axivî.    DOSYA DI NAVBERA DADGEHAN DE MA   Ataş, diyar kir ku ji aliyê Wezareta Edaletê û Komîsyona Edaletê ve di navbera dadgehan de karbeşî hatiye kirin û da zanîn ku di vê çarçoveyê de 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Giran a Îzmîrê bi sûcên di çarçoveya “fînansekirina terorê” de hatiye peywîrdarkirin. Ataş, anî ziman ku dadgeh her wiha li sûcên “endamtiya rêxistinê” jî dinêre û got: “13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ji dozên têkildarî “Qanûna Têkoşîna bi Terorê re” peywîrdar e. Ewilî doz birin 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê. Lê dozgerê dadgehê û şande ji bilî sûcê ‘endamtiyê’ têkildarî ‘fînansekirina terorê’ nirxandinek kir û diyar kir ku dosya derveyî qada wan a peywîrê ye û îdianame şand 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê. Wan jî piştî dosya lêkolîn kir, bi hinceta têkildarî sûcê ‘fînansekirina terorê’ de delîlên têrker nînin biryara ‘bêpeywîriyê’ da. Li aliyê din her du dadgehan jî biryara berdewamkirina girtinê dan. Bi awayê hiqûqî dema her du dadgehan biryara ‘bêpeywîriyê’ da Dadgeha Îstînafê dibe xwedî rayeya peywîrdariyê. Ji ber vê yekê ew dê biryarê bidin. Ji ber Dadgeha Îstînafê têkildarî berdanên xwedî rayeya nirxandinê ye em ê îtîrazî girtinê bikin.”   ‘DELÎLEKE KU BIBE SEDEMA GIRTINÊ NÎNE’    Ataş, diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyên darazê bi pirsgirêk pêş ve diçin û destnîşan kir ku darizandin veguherîne armancên siyasî. Ataş, bal kişand ku girtin jî bi armanca cezakirinê tên bikaranîn û wiha got: “Ev kes li sêyemîn bajarê mezin ê Tirkiyeyê hevserokên sêyemîn partiya mezin a Tirkiyeyê bûn. Ji ber vê yekê têkoşîneke siyasî didan. Ji bo astengkirina vê yekê girtin çêbûn. Heke hinceteke ku bibe sedemê girtinê nebû. Dema em li îdianameyê dinêrin sûcekî ku hewce bike bên cezakirin jî nîne. Bi temamî îdiayên têkildarî aktîvîteyên demokratîk û xebatên partiyê hene. Çalakiyên ji mafên wan ên makeqanûnî pêk dihatin bûn mijara sûc. Dîsa kesên ku şahida vekirî Bûse Aslan a beriya niha derbarê wan de îfade dane û beraet kirine hene. Lê hevserok hêj jî girtî ne.”   Ataş, diyar kir ku îdianame di warê delîl û bingehî de qels e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dizanin ku qet nebe dê di danişîna ewil de bên berdan. Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk ê bi heman îdiayan dihate sûcdarkirin duh di danişîna ewil de hate berdan. Dosyaya têkildarî wî veqetandibûn. Îhtîmaleke mezin hevserok jî dê di danişîna ewil de bên berdan lê dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Em dizanin ku dê di encama darizandinê de beraet bikin.”   MA / Tolga Guney