Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin 2024-06-07 11:28:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Nevşehîrê ya Îyî Partiyê navê Abdûllah Çatli yê di nav rêxistina kontrgerîla de cih girt li qadekê kir.    Navê Abdûllah Çatli yê di baskê “ulkucuyan” ê di nav rêxistina kontrgerîla de cih digirt û qetilkirina 7 xwendekarên zanîngehê yên endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê jî di nav de ji gelek komkujiyan berpirsyar e li Nevşehîrê li Xaçerêya Borsayê hate kirin.    Meclisa Şaredariyê ya Îyî Partiyî bi biryara wergirtin re navê xaçerêyê weke “Qada Abdûllah Çatli” guhertin.    Şaredarê Nevşehîrê Rasîm Ari yê di civîneke ku kekê Çatli Zekî Çatli jî tev li bû de biryar ragihand, ev tişt gotin: “Endamên meclisa vî bajarî nîşan dan ku piştî 28 salan çawa xwedî li zarokên xwe derdikeve. Îro navê Xaçerêya Borsayê weke Qada Abdûllah Çatli hate guhertin.”