Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê 2024-06-07 11:35:00 AMED - Hunermendê kurd Şivan Perwer piştevaniya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê-Malbatên Windayan anî ziman û got: “Dayikên me diêşin, em xwedî li wan derkevin. Bijî xizmet û têkoşîna dayikan. Hûnê bi ser bikevin.”    Malbatên Windayan (Dayikên Şemiyê) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê her hefte roja şemiyê li aqûbeta windayên xwe dipirsin û daxwaz dikin ku faîl, kujer û berpirsiyar bên darizandin û girtin.    Dayikên Şemiyê û ÎHD’a Amedê ku her hefte li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li hev dicivin û çalakiya xwe li dar dixin, wê sibê çalakiya hefteya 800’î li dar bixin. Dê carek din li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza edaletê bikin.    Hunermendê kurd Şivan Perwer ji bo windayan û dayik û malbatên wan bang kir. Bang ango peyama bi vîdeo ya Perwer li ser hesabên medya dîjîtal a ÎHD’a Amedê hat belavkirin. Perwer di peyama xwe de banga xwedî derketina têkoşîna Dayikên Şemiyê dike û balê dikişîne ser nenasîna mafên kurdan.    'ZEXTEK GIRAN LI SER DAYIK, WELAT Û GELÊ ME HEYE'   Şivan Perwer diyar kir ku başî, çêyî, rindî û jiyanek azad mafê her kesî ye û got: “Belê mixabin li welatê me ev tune ye. Ji hêla dagerkeran ve welatê me par û parçe kirine û li ser gelê me û welatê me zehmetî û zextek giran heye. Hûn dibînin; dayik dayik serî her tiştî ye. Dayik avakarê mirov e, zehmetkêş e, hezkarê jiyanê ye. Dilovan e, dilxweş e, dilvîn e dayik. Dayikan ji bîr nekin. Serê her tiştî dayik in. Navê xwe kirine Dayikên Şemiyê. Ya hevjînê wan, ya kur ya keç, ya xûç ya bira, ya dost ya heval ya jî gel-kesên wan hatine windakirin. Yanî ji bo mafî, ji bo çêyî û rindî çend gotin kiribin, hatine zindankirin, îşkencekirin û windakirin.”     ‘DAYIK DIBÊJIN WE ÇIKIR BI MIROVÊN ME?’   Perwer bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê-Malbatên Windayan û wiha pêde çû: “Dayik li pey wan ketine, dibêjin; we wan kuşt, we wan îşkence kir, we gelek xerabî bi wan kir. Lê belê dibêjin; ka em dizanibin bi ku ve çûn, çawa bû, we çikir? Dewletek wisa xedar û nijadperest e, mafên mirovan nanase. Gava dewletek nijdarpest be, maf nenas e. Yanî heqê her mirovî, her civatê heye bi berhemên xwe yê dîrokî, ziman, çand, al û olê bijî. Bi rengê xwe bijî. Hemû qanûn û biryarên dinyayê viya dide û dibêje, mafên her kesî heye. Lê belê mixabin viya li Tirkiyeyê tune ye. Ji ber wê yekê dayikên me-Dayikên Şemiyê bi salane derdikevin ber daîreyan, ber zindanan, li kolanan bang dikin; we çikir bi mirovên me, bo çi em nizanin we kuşt, we avêt ku derê? We li ku veşart? Însanetî li Tirkiyeyê tune ye.”     ‘DAYIK DIÊŞIN, XWEDÎ LI WAN DERKEVIN’   Perwer bal kişand ser mafê bingehîn yê netewekî û wiha got: “Tu miletekî ji mafê wî, ji berhemên wî miletî, ji dîroka wî biqetînî, zilm ji wê mezintir tune ye. Ji bo vê jî tu însanan bikujî û serwindayî bikî, zilmek mezintir ji wê tune. Ez bang dikim gelê kurd jî, tirk jî, ereb jî, fars jî ji kerema xwe mafê mirovatiyê nas bike. Roj heye tirk jî, ereb jî bindest bibin. Çima? Bindestî xerab e. Li miletê kurd çi kirin hûn dibînin? Eva ne misilmantî ye, ne xiristayanî ye, ne yahûdîtî ye, ne ezdatî ye, ne zerdûştî ye, ne jî konfîçîyû û bûdîstî ye. Ne bi xwedayî û bêxwedanî ye. Yanî viya ne însanî ye. Însanên ku hatin ser rûyê dinê, mafê wan ku bi reng û bi hemû berhemên xwe civatî bijîn. Mafê me kurdan jî heye. Ji kerema xwe miletê me yê kurd; li dayikên me xwedî derkevin. Dayikên me bi salane li ber daîreyan li ber heps û zindanan qîreqîra wan e, giriyê wan e, carekê li hêsirê çavê wan binêrin. Dayik diêşin, dayik avakarê me ne. Heyrana çavê we bim, dayikên me ji bîr nekin.”     BANGA PIŞTEVANIYA BO DAYIKAN   Perwer di dawiya peyama xwe de banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê kir û got: “Dayikên me; em li gel we ne. Hûn bi heq in. Mafên xwe ji dest bernedin. Gelê me xwedî li dayikên me derkeve. Li ser van kiryaran û bûyeran lêkolînê bikin. Li dû biçin. Dayikan bi tenê nehêlin. Bijî xizmet û têkoşîna Dayikên Şemiyê. Hûnê bi ser bikevin. Dayik mafdar in û wê her dem bi ser kevin. Silav û rêz bo we dayikên me delal.”