Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin 2024-06-07 15:45:08   ÎZMÎR - Bi hinceta wêneyê Erdogan daxistiye derbarê Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol de lêpirsîn hate destpêkirin. Lê yek ji MHP’î derbarê şaredarên ku heman tişt kirin de tu kirarî nehatin destpêkirin.    Derbarê Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de bi hinceta wêneyê Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji odeya xwe ya meqamî daxistiye lêpirsîn hate destpêkirin. Di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê ve hate destpêkirin de îdiaya “Heqaret li Serokkomar” kiriye ji Erol hate pirsîn.    Derbarê Hevşaredar Erol ê DEM Partiyî de hem beriya lêpirsînê hem piştî wê ji aliyê rayedarên hikumetê û medyaya alîgir ve kampanyaya linçe hate destpêkirin. Herî dawî Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ev tişt gotin: “Hem heqareta li Serokkomarê me ye, hem jî helwesteke li dijî xerakirina yekitiya me ye.”   Li ser daxistina wêneyê Erdogan DEM Partî hedef hate girtin lê derbarê şaredarên piştî hilbijartinên 31’ê Adarê wêneyên Erdogan daxistin de tu kirarî nehatin destpêkirin. Piştî hilbijartinan li şaredariyên Kastamonûyê, Ortahîsar û Kûrşûnlû yên CHP’ê û MHP’ê jî bi dest xistin heman rewş qewimî. Lê derbarê şaredaran de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin.    ŞAREDARÊN MHP’Î Û CHP’Î JÎ DAXISTIN     Şaredarê Kastamonûya ji MHP’ê derbasî CHP’ê bû Hasan Baltaci piştî hilbijartinê wêneyê Erdogan ê li odeya xwe daxist. Baltaci, ji bo vê rewşê ev tişt got: “Erdogan li aliyekî Serokkomar e lê li aliyê din jî Serokê Giştî yê AKP’ê ye. Em naxwazin wêneyê tu serokên giştî li odeya meqam a şaredar hebe.”   Şaredarê Ortahîsar a Trabzonê ku ji AKP’ê derbasî CHP’ê bû Ahmet Kaya, wêneyê Erdogan ê li odeya xwe ya şaredariyê daxist. Kaya yê ku AKP’iyan ew bi “şaredarvaniya bîrdozî” sûcdar kir ev bersiv da: “Min gotibû ku nahêlim siyaset bikeve wê saziyê. Ji ber vê yekê birêz Recep Tayîp Erdogan nasnameyeke siyasî ye. Serokê Giştî yê AKP’ê ye. Ji ber vê yekê biryardariya min ku ez nahêlim siyaset bikeve hundirê we saziyê didome. Ev bandora wê ye. Wêneyê serokê min ê giştî jî li wir nîne. Ne rast e ku Serokê Giştî yê AKP’ê jî li wir hebe.”   Şaredarê Kûrşûnlû ya Çankiriya ku MHP’ê ji AKP’ê wergirt Şerafettîn Ûslû jî piştî şaredaredarî bi dest xist du rojan wêneyê Erdogan daxist.    Li Çekmekoy a di hilbijartinên herêmî de ji AKP’ê derbasî CHP’ê bû jî ewilî wêneyê Erdogan û şaredarê berê Ahmet Poyraz ê bi avahiya şaredariyê ve daliqandî anîn xwarê.