ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir 2024-06-07 15:47:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê di çalakiyên “Nobeta Aştiyê” yên vê hefteyê de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û ev bang kirin: “Biryara tayînkirina qeyûm paşve vekişînin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên mafên mirovan her hefteyê di roja înê de çalakiya “Nobeta Aştiyê” li dar dixe. Mijara çalakiyê ya vê hefteyê jî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bû. Bi mijara “Ji bo aştiya civakî rêzê ji bo îradeya gel bigirin” li Wan, Amed û Êlihê çalakî hatin lidarxistin û hat xwestin ku biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê were betalkirin.    WAN   Şaxa ÎHD’a Wanê çalakî li avahiya şaxê li dar xist. Endam û rêveberên şaxê tev li nobetê bûn û rêveberê ÎHD’ê Firat Durmaz daxuyanî xwend. Durmaz, bi bîr xist ku tayînkirina qeyûman a di serdema DBP û HDP’ê de dest pê kirin di serdema DEM Partiyê de jî tê berdewamkirin. Durmaz, got ku xetere heye ku biryara tayînkirina qeyûman belav bibe. Durmaz, wiha pê de çû: “Dîmenên piştî tayînkirina qeyûm, rejîma OHAL’ê yên salên 90’î anîn bîra me. Colemêrg, Wan û Amed hatin dorpêçkirin. Ketina Colemêrgê hate qedexekirin û li gelek bajaran rêxistinên civaka sivîl rastî tundiya polîsan hatin, mafê protestoyê bi destê polîsan hate astengkirin. Îktîdara siyasî divê ji bo pêşerojeke demokratîk û aştiyane bi berpirsyartî tevbigere û ji demên berê ji xwe re ders bigire. Em bang dikin biryara tayînkirina qeyûm were betalkirin.”    AMED   Şaxa ÎHD’a Amedê jî li avahiya xwe nobet girt. Nûnerên OHD’ê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Serokê Şaxê Ercan Yilmaz bal kişand ser tayînkirina qeyûm û wiha got: “Em jî di Nobeta Aştiyê de daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd dikin û bi tu awayî qeyûman qebûl nakin.”    Piştre jî Cîgira Serokê Şaxê Suzan Mehmedoglû Aksoy metna hevpar xwend.    ÊLIH   Li komeleya şaxê ya Êlihê jî nobet hate girtin. Di nobetê de daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd hate dubarekirin û bang li îktîdarê hat kirin ku ji biryara xwe ya tayînkirina qeyûm vegere.    ENQERE    Di nobeta li Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate girtin de pankarta “Ji aştiya civakî û vîna gel re hurmet” hate daliqandin. Ji bilî endam û rêveberên ÎHD’ê, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan, rêveberên bajêr û endamên Alinteriyê beşdarî nobetê bûn.    Hevserokê Şaxê Omer Farûk ê di nobetê de axivî, wiha got: “Divê em careke din bang li desthilata siyasî bikin; Rojhilata Navîn bi lez û bez ber bi şewatekê ve diçe û dibe ku ev agirê biçûk veguhere şewateke mezin. Dibe ku em hemû di nava wê şewatê de bişewitin. Divê herkes vê xetereyê bibîne.”