Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome 2024-06-07 16:24:10   MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ê li Mêrsînê di çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” de axivî, wiha got: “Heta ku tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Li Mêrsînê çalakiya ku malbatên girtiyan bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bikin” dane destpêkirin kete hefteya 7’emîn. Di çalakiya ku malbatên girtiyan û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan û Perîhan Koca tev li bûn de pankarta “Tecrîdê bi dawî bike” hate vekirin. Malbatên girtiyan ên tev li çalakiyê bûn pêşmalkên ku li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Girseya ku meşa wan a ber bi avahiya AKP’ê ve hate astengkirin bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.    ‘HETA KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE DÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’    Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş diyar kir ku di hefteya 7’emîn a çalakiya xwe de dîsa bang li desthilatê dikin û got: “Divê bêhiqûqiya li girtîgehan diqewime demildest were bidawîkirin. Heta ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û tecrîd bi dawî nebe em ê van çalakiyên xwe bidomînin.”   ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’    Bozan, qala nîqaşên “asayîbûn” ên piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hatin kirin kir û got: “Em dibînin ku asta em hatinê nermbûn û asayîbûn çîrok e. Hewl tê dayîn di bin banê nermbûn û asayîbûnê de li vî welatî faşîzm tê asayîkirin. Lê em destûrê nadin vê yekê. Heta ku tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Çalakiya rûniştinê bi klamên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin re bi dawî bû.