Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan 2024-06-07 16:36:02   COLEMÊRG - Protestoyên li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeyê hatine destpêkirin di roja 5’an de berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di serdana esnafan de wiha got: “Yên me nas nekin em wan qet nas nakin.”   Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê di roja 5’an de berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenter çûn serdana esnafên bajar. Hevseroka giştî û şandeya pê re çûn serdana esnafên li ser Cadeya Kayacanlarê û rastî eleqeyeke zêde ya esnafan hatin.    Uçar di serdanê de axivî û wiha got: “Xelkê Colemêrgê bi îradeya xwe hevşaredarên xwe hilbijart. Lê belê hevşaredarê me binçav kirin û girtin. Temamiya van cezayên li me tên birîn, wesîqeya tundiyê ya îktîdara AKP’ê ye. Em ê tevî hevşaredarên xwe xizmeta gelê xwe bikin. Heke em bibin yek dê bikarin qeyûm bişînin. Îradeya gel kî hilbijartibe hevşaredar ew in. Heta ku demokrasî û azadî tê em ê nesekinin. Yên me nas nakin em wan qet nas nakin. Em ê gelê xwe bi tenê nehêlin.”   Esnafan jî nerazîbûna xwe ya ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman. Hevserok û parlamenter piştre jî çûn taxan û malbat ziyaret kirin.