Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin 2024-06-08 09:33:20   AMED - Berdana Sedat Atsiz ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, cara duyemîn hat taloqkirin. Malbata Atsiz li dijî binpêkirinê serî li ÎHD'ê da.    Sedat Atsiz (54) ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, ji ber ku "poşmanîtî" qebûl nekir di 1'ê Adarê de berdana wî 3 mehan hat taloqkirin. Piştî vê di 5'ê Hezîranê de careke din 3 mehan berdana wî hat taloqkirin. Malbata Atsiz, di 5'ê Hezîranê de li girtîgehê geriya û rêveberiya girtîgehê ragihand ku careke din berdana wî hatiye taloqkirin. Sedema berdanê nehat ragihandin. Malbata Atsiz jî ji ber vê neheqiyê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.    Hevjîna Atsiz Aygul Atsiz, diyar kir ku nexweşînên hevjînê wê hene û got: "Hevjînê min nexweş e. Lekeyeke li ser pişika wî heye. Prostat û nexweşîna gurçikan pê re heye. Jixwe bêyî sûcekî wî hebe 30 sal in dig irtîgehê de ye. Çima 3 meh an jî 6 mehan berdana wan taloq dikin? Em nizanin. Divê bên berdan. Em pir ketine tatêla wî."    Atsizê da zanîn ku kolostrofobî bi hevjînê wê re heye û ji ber vê nikare di cihên gritî de rêwîtiyê bike û got: "Bijîşkê girtîgehê ya hebekê an jî dermanekî didin dide. Wekî dint iştekî nake. Hevjînê min diêşe."    ‘ÇIMA BÊJE 'EZ POŞMAN IM''    Atsizê da zanîn ku herî dawî di 1'ê Adarê de hevjînê xwe dîtiye û got: "Ji hevjînê min re dibêjin 'bêje ez poşman im.' Çima bêje 'ez poşman im?' NE rast e ku tiştekî wiha li wan ferz bikin. Ez vî tiştî şermezar dikim. Her ku ew li hundir perîşan dibin em jî li der ve perîşan dibin. Kesê ku cezayê xwe temam kiribû divê bê berdan, dîl neyêg irtin. Ez vî tiştî şermezar dikim. Êdî bes e. Çima vê heqaretê û zilmê dikin? Qey ji ber ku em kurd in wiha dikin?"    MA/ Rûkiye Adiguzel