Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin 2024-06-08 10:27:54 STENBOL - Welatiyên li Stenbolê dijîn bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û bi lêv kirin ku ji bo welatekî demokratîk dê li dijî qeyûm têbikoşin.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hate wergirtin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm ji her aliyê welat û ji her beşê didomin. Welatiyên ku li navçeya Kadikoy a Stenbolê bertek nîşanî qeyûm dan, diyar kirin ku qeyûm polîtîkaya “dagirkirinê” ye û divê herkes li dijî vê pêkanînê derkeve.    Welatiyê bi navê Alî Açikgoz anî ziman ku nêrîna wî ne weke ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e lê polîtîkayên qeyûm qet qebûl nake û got: “Divê em îro hemû fikarên siyasî bidin aliyekî û li cem gelê kurd bibin. Ji ber ku her mirovê ku wijdan û exlaqa wî heye divê bertekê nîşanî ve yekê bide.”   Açikgoz destnîşan kir ku di rewşa heyî de vîna gelê kurd mijara gotinê ye, gel bixwaze deng bide kê dê bide wî mafê kesê nîne ku tercîhên gel bi darê zorê biguherîne û got: “Navê vê yekê li her derê bêexlaqî ye. Ev ne tenê tişteke ji bo Colemêrgê ye em dizanin ku dê berdewama vê jî were. Lê gelê kurd çawa ku sed sal in li ser piyan e dê dîsa li ser piyan be û li ber xwe bide. Lê meseleya qeyûm ne tenê meseleya gelê kurd e, pirsgirêka hemû gelên bindest e. Ji ber vê yekê tirk, ereb, fars, çerkez û herkesên ku ji vê pergalê zirarê dibîne divê bibin yek û li dijî vê bisekinin.”   ‘EM REJÎMA QEYÛM QEBÛL NAKIN’    Gulşen Şahîn (61) a stîlîst e û karê modayê dike jî wiha got: “Em vê rejîma qeyûm teqez qebûl nakin. Dengên gel nikarin bên xespkirin. Vîneke ku gel hilbijartî nikare were desteserkirin. Ez girtina bi derewan a kesê min hilbijartî û xespkirina dengê xwe qebûl nakim. Divê ev rejîma qeyûm demildest hilweşe û welatekî aştîxwaz, demokratîk û mirov bikare lê bijî were avakirin.”   ‘POLÎTÎKAYA ZORDARÎ Û DAGIRKIRINÊ YE’    Şahîn, bang li herkesê kir ku li dijî pergala qeyûm derkevin û bi lêv kir ku desthilata AKP’ê hewl dide xwe bi polîtîkaya qeyûm bihêz nîşan bide lê ev ne hêz e zordarî û dagirkirin e. Şahîn, wiha domand: “Teqez nayê qebûlkirin, gelê kurd teqez vîna xwe radest nake, ji ber ku gelekî bi rêxistin e. Em jî li cem vê têkoşîna mafdar in.”     Tûba Yilmazê jî bi bîr xist ku qeyûmên serdema beriya niha hatibûn tayînkirin ewilî êrişî destkeftiyên jinan kirin û got: “Qeyûmên tayînî bajarên weke Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin ewilî stargehên jinan ên şaredariyan girtin û pişt re komeleyên li Kurdistanê girtin. Ya niha tê xwestin were pêkanîn jî berdewama vê feraseta mêtînger e. Em jin û feminîst dê li dijî feraseta qeyûm a dijminê jinan têbikoşin.”   ‘DIVÊ CIWAN LI DIJÎ PERGALA QEYÛM BIBIN YEK’    Xwendekarê zanîngehê Adnan Ozcan jî anî ziman ku siyaseta qeyûm li dijî kedkar, bindest û hemû gelên li Tirkiyeyê tê pêkanîn û destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûm ne çareserî ye. Ozcan, bal kişand ser girîngiya têkoşîna bi hev re û got: “Em weke ciwan ji bo ku werin asta xwedî derketina gelê Kurdistanê neçarin ku weke karker, kedkar û bindest li dijî siyaseta qeyûm bibin yek. Dema me ev yek pêkanî tu wateya êrişa wan namîne. Qeyûm ji bo me bêhikum in. Ji bo ku siyaseta qeyûm were pûçkirin em herkesê vedixwînin têkoşîna hevpar.”   ‘DARBEYA KU LI VÎNA CIVAKÊ HATIYE KIRIN E’    Sevgî Înce diyar kir ku esasê demokrasiyê bijartin û hilbijartin e. Înce, bal kişand ku mafê bijartin û hilbijartin bi qanûnan û destûra bingehîn hatiye sererastkirin û got: “Ji ber vê yekê rejîma qeyûmî jî darbeyeke li dijî demokratîk bûn û hemwelatîbûna azad e. Em jî weke hemwelatên azad vê yekê qebûl nakin.”   ‘DEMOKRASÎ DI BINIYA RÎSKÊ DE YE’    Înce, îşaret kir ku tayînkirina qeyûm bûye weke rejîmeke û wiha domand: “Ev ne tenê qeyûmekî ku tayînî şaredariyekê hatiye kirin e, ji rektöre tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê bigire, heta patronekî ji sektorekî hatibe tayînkirin heta mêrekî ku nava malbatê hemû raye yên wî bin pergaleke. Ji ber vê yekê divê îro herkes ji bo xwedî li şaredariyên xwe, vîna xwe ya hatiye hilbijartin û jiyana xwe derkeve li ber xwe bide. Heke li dijî vê neyê sekinandin dê rîskeke wiha li Stenbolê jî bibe. Tevlibûna pêvajoya hilbijartinê ya kesî di bin rîskê de ye. Ji ber vê yekê demokrasî û komar di bin rîskê de ne. Ji ber vê yekê divê herkes berpirsyartiyê bigire. Divê herkesên birêxistin û bêrêxistin ji vê yekê re bêje bes e. Divê her derê veguherîne qada berxwedan û çalakiyê.”   ‘EZ VÊ FERASETÊ ŞERMEZAR DIKIM’    Fatoş Ekîncî ya diyar kir ku feraset û polîtîkayên qeyûm qebûl nake jî ev tişt gotin: “Ez qeyûm şermezar dikim, ji bo ku çavên gelê kurd were tirsandin tê kirin, lê çavên gelê kurd qet natirsin. Em ê şaredariya xwe jî ji wan re nehêlin. Heke Erdogan kesê ku em hildibijêrin nexwaze, em jî yê ku ew hildibijêre naxwazin. Erdogan di hemû bernameyên televizyonan de dibêje ‘hemwelatiyên min ên kurd’ ev hiqûqeke hemwelatîbûyînê ya çawa ye? Ez dixwazim bang li Erdogan bikim; heke em hemwelatiyên vî welatî bin û bikarin deng bidin tu çima qeyûm tayînî kesê ku em hildibijêrin dikî. Ez vê ferasetê şermezar dikim û qebûl nakim.”   MA / Esra Solîn Dal