Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin 2024-06-08 11:06:53   AMED - Di serdagirtinên malan ên li navçeya Erxeniyê de tevî hevşaredarên Erxaniyê yên berê, 5 kes hatin binçavkirin.    Li Amed û navçeyên wê îro serê sibê polîsan bi ser gelek malan girtin û tevî hevşaredarên berê 5 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 5 kes di çarçoveya lêpirsînekî sala 2023’yan de hatine binçavkirin û derbarê wan de biryara 24 saetan a “astengiya parêzeran” hatiye dayîn.    Naven kesên di serdagirtina malan de hatine binçavkirin wiha ne: Hevşaredarê dema pêş Ahmet Kaya, û hevşaredarê dema pêşdetir Ramazan Kartalmiş, Cigirên hevşaredaran Gulistan Polat, Esverî Malkoç, û Cavîdan Yaman.