DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir 2024-06-08 12:34:55   STENBOL - Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê û hevserokên bajar ji bo çalakiya protestoya qeyûm a ku dê îro li Qada Şîşhaneyê bê li dar xistin banga tev li bûnê kirin û wiha gotin: “Werin em bi hev re li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin.”    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê dê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê îro saet 19.00’an li Qada Şîşhaneya Beyoglûyê bi dirûşma “Stenbol ji bo Colemêrgê bi ser piya ye” çalakiya protestoyê li dar bixin.    Berî çalakiya ku dê gelek nûnerên partiyên sivîl û rêxistinên civakî yên demokratîk tev li bibin Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Çîçek Otlû û hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê bangawaziya tev li bûnê kirin.    ‘EM LI DIJÎ QEYÛM BI HEV RE DENGÊ XWE BILIND BIKIN’   Siyasetmedarên ku pêşmalkên li ser “Bicehnime qeyûm” li xwe kiribûn, bangên xwe bi kurdî û tirkî kirin û wiha gotin: “Em hemû Stenboliyan vedixwînin çalakiya îro ya “Stenbol ji bo Colemêrgê li ser piya ye”. Em saet 19.00’an li Şîşhaneyê ne. Banga me ya ji hemû ciwan, jin û kadkaran ev e; werin em bi hev re li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin.”