43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin 2024-06-08 14:23:14 STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Veysel Guney ê 43 sal berê darvekirin û venazeyê wî winda kirin pirsîn. Biraziyê Veysel Guney Dogan Guney diyar kir ku 43 sal borîn lê hêj gora mamê wî winda ye û got: "Hin kes ji gora mamê min ditirsin. Ji bo wê gora wî nîşanî me nadin."    Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 1002'an de çalakiya "bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayik/Mirovên şemiyê bi qurnefil û wêneyên windayan hatin Qada Galatasarayê û dest bi çalakiyê kirin. Parazvanên mafên mirovan jî tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Veysel Guney ê 24 salî ku piştî darbeya 12'ê îlonê di 28'ê kanûna 1980'an de li Dîlokê bi birîndarî binçav kirin û windakirin, pirsîn. Keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hatibû windakirin, Besna Tosun daxuyanî da çapemeniyê. Besna Tosûn, anî ziman ku piştî hefteya 1000’î dîsa Qada Galatasarayê bi bendan hatiye girtin û wiha got: Em li vir ji rêveberên dewletê dipirsin. Dadgeha Destûra Bingehîn destûr da ku em ji bo mafê xwe li Qada Galatasarayê daxwazên xwe bînin ziman. Hûn çima asteng dikin? Qada ku di hefteya 1000'emîn de ji çalakiyan re vebû, çima di hefteya 1001'emîn de dîsa girtin? Em dixwazin têkildarî vê yekê daxuyanî bidin."   Tosun pirsa “Veysel Guney li ku ye?" pirsî û wiha berdewam kir: "Guney bi birîndarî binçav kirin. li Dadgeha Leşkerî ya Hejmar 2 a Herêma Awarte ya Edeneyê hat darizandin. Daxwaza Guney a parêzertiyê red kirin. Mafê wî yê parastinê ji destê wî girtin. Danişîna yekemîn di 6'ê Sibata 1981’an de pêk hat. Di 17'ê Sibata 1981'an de danişîna duyemîn pêk hat. Beyî sûc tespît kirin mahkûmî îdamê kirin. Bêyî biryara Meclisê bi zagona taybet di 10'ê Hezîrana 1981’an de li Girtîgeha Tîpa E a Dîlokê darve kirin."    Tosun, destnîşan kir ku cenazeyê Veysel Guney teslîmî malbatê nekirine û wiha berdewam kir: "Malbat û hevalên Veysel ji bo cenaze bibînin bi salan têkoşiyan. Serî li hemû sazî û dezgehên dewletê dan. Lê 43 sal in cenaze winda ye. Careke din em bang dikin: Windakirina bedena Veysel Guney ê hat darvekirin, sucê mirovahiyê ye. Çend sal biborin ji em ê hem ji bo Veysel Guney û hem ji bo hemû windayan lêgerîna edaletê bidomînin."    ‘EM Ê LÊGERÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'   Pişt re nameya ku Dogan Guney ji bo mamê xwe Veysel Guney şandibû ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê ve hate xwendin. Guney anî ziman ku li dijî hiqûqê mamê wî darvekirin û wiha g ot: “43 sal borîn, lê hêj cenazeyê mamê wî winda ye. Teslîmî malbatê nekirin. Ji ber ku ji gora mamê min ditirsin teslîmî malbatê nekirene. Heta ku em cenazeyên windayan bibinin em e têkoşîna xwe berdewam bikin."